Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû

  • rojane
  • 18:53 15 Cotmeh 2025
  • |
img
 
WAN - Di rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebata "Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî" de mijarên di têkoşîna ji bo zimanê kurdî de rista jin, zarok, ciwanan, çand û wêje hat nîqaşkirin.
 
Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bi rûniştina sêyemîn û çaremîn berdewam kir. Di rûniştina  sêyemîn de mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Jin, Zarok û Ciwanan” ji hêla Zozan Înan, Gonul Ûzûnay, Saadet Oklu, Ferîde Aktûran, Nûh Bozkur û Şêrko Kanîwar ve hat pêşkêşkirin. Di rûniştina çaremîn de jî mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çand û Wêjeyê” ji aliyê Elîf Gemîcîoglû, Fûat Bor, Ayten Pasîn, Azad Zal û Bêrîvan Matyar ve hat pêşkêşkirin.
 
Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar agahiya kampanyayekê kir û da zanîn ku bila her Kurdek her hefteyê stranekê hînî zarok, heval, hogir û nasên xwe bike. Şêrko Kanîwar, kampanya da destpêkirin û strana Keleşo bi beşdarvanan re sitrî. Şêrko Kanîwar got: “Em pêşniyar dikin ku bila DEM Partî, di komcivîna xwe ya roja sêşemê ya li meclisê de gaziyê hunermendekî Kurd bikin û stranekê bistêrin. Li tevahiya Tirkiyeyê de bi hezaran qûrsên Qûranê hene ji bo zarokan, lê seranserê cîhanê tenê dibistanek zarokan heye û ew jî Zarok Ma ye. Em dê çawa li dijî bişaftinê têkoşînê bikin?”
 
Dû re mamosteyê Kurdî Nûh Bozkûr anî ziman ku li bakurê Kurdistanê axaftina Kurdî ji 80’î kêm bûye û polîtîka, stratejî û pêşniyariyên koma xwe ji beşdarvanan re pêşkêş kir. Li ser navê Dayikên Aştiyê Saadet Oklu jî got: “Heke em dayik xwedî li zimanê xwe derbikevin, em ê xwe bi xwe zimanê xwe azad bikin. Me navên Kurdî, navên cangoriyên xwe li zarokên xwe kirine, lê zarokên me Kurdî nizanin.”
 
‘DIVÊ JIN JI BO KURDÎ BITÊKOŞIN'
 
Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay, rapora koma sêyemîn xwend û da zanîn ku divê perwerdehiya zimanê Kurdî pêk bê. Gonul Ûzûnay, diyar kir ku divê jin ji bo hînkirina zimanê dayikê bibin pêşeng û got: “Jinên Kurd divê ji bi zimanê Kurdî têbikoşin û di warê teknolojiyê de xwe pêş ve bibin. Jinên Kurd di navbera civakên Kurd ên li cihÊn cûda navberkaniyê bikin û hemû civaka Kurd bigihîne hev. Divê komên xwendin û nîqaşkirinê bên avakirin. Jinên Kurd dikarin çîrokên gelêrî yên bi zimanê Kurdî vebêjin û dikarin alîkariya nivîskarên Kurd bikin.”
 
Di rûniştina duyemîn de xebatkarê çanda Kurdî Fûat Bor axivî û got ku hemû tiştên bi destê mirovan hatine çêkirin dikevin di nava mijara çandê de. Fûat Bor, anî ziman ku tenê ne amûr tiştên razber jî mijara çandê ne û got: “Hemû dîroknas û lêkolîner li ser payîn in ku cihê herî kevnar ê çandê Kurdistan e. Şaristaniya ewil li Mezopotamyaya jorîn hatiye avakirin û dapîr û bapîrên me di vê yekê de ked dane. Çand bi destê dayikan hatiye afirandin û ziman jî bi heman şeklî ye. Heke çand û ziman ne be wê netewe çawa ji hev bên cûda kirin?”
 
XEBATÊN BERHEVKARIYÊ
 
Dû re berhevkar Bêrîvan Matyar, bal kişand ser kar û xebatên çandî û kurdî û diyar kir ku divê her qada jiyanê xebatan bimeşîne. Bêrîvan Matyar, da zanîn ku çand û zimanê Kurdî bi saya çanda devkî heta îro hatiye û wiha got: “Divê me bêtir bala xwe bidin çanda devkî. Her tevgera çanda devkî tevgera zimanê Kurdî ye jî. Ji bo ku em bibêjin ‘em zimanê xwe diparêzin’ divê em gund bi gund bigerin û dengê mezinên xwe tomar bikin. Her wiha divê em rabirdûya xwe tomar bikin. Ev yek di parastina ziman de xaleke sereke ye. Ji bo parastinê divê em berhevkariyê bikin.”
 
Dû re rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd Ayten Pasîn ev tişt got: “Êdî em dê bibin lehengên Kurdî. Kurdî xeta me ya sor e û divê em lê xwedî derbikevin. Divê çavê me li deriyê keseke din nebe û em bi xwe zimanê xwe biparêzin da ku bikaribin doza perwerdehî û statuyê bikin. Divê me weke jinên Kurd her bi zimanê xwe li cem hev bin û xwedî li hev derbikevin. Em dikarin zimanê xwe bi motîfên jiyana xwe binivîsin û li cîhanê bidin naskirin.”
 
Herî dawî endamê PENa Kurd Azad Zal mafê axaftinê wergirt û ev tişt got: “Birîna me ya herî bingehîn Baba Tahirê Ûryan tespît kir û got ‘Em bi Kurdî razan, lê bi Erebî rabûn’. Lê çareseriya vê yekê jî di destê me de ye. Em dixwazin gelek tiştan bikin lê em nakin. Rêberê Gelê Kurd di şexsiyeta kadroyekî de Kurdan pênase dike û şexsiyeteke nû yê Kurd ava dike. Em jî divê wisa bikin û wî ji bo xwe mînak bigirin. Siyaseta me divê perwerdehiya bi Kurdî bidaya qebûlkirin”
 
Piştî axaftinan derbasî beşa pirs û bersivan bûn û roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû.

Sernavên din

20:18 Ji rêxistinên ciwanan pêşniyazên 'çareseriyê' ji bo komîsyonê
19:01 Civîna komîsyonê bi dawî bû
18:53 Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
16:37 Meşa KESK’ê ya li dijî KHK’ê gihîşt Edeneyê
16:35 Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
16:34 Civîna komîsyonê:Ji sedî 82’yê ciwanan Kurdî dixwazin
15:44 Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
15:38 Bakirhan dê tev li Kongreya Amsterdamê ya PES’ê bibe
15:34 Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
15:28 Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
15:23 Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye
14:49 Li Peyasê gelek dar ji rih ve hatin jêkirin
14:33 Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
14:27 Civîna komîsyonê didome
14:15 Komxebata ziman didome: Heke hûn qîmetê nedin zimanê xwe dê tune bibin
13:56 Ji bo Bayar ê 30 sal in girtî ye biryara tehliyeyê hat dayin
12:43 Rojnamevan Aykol cara duyemîn xistin emeliyatê
12:41 'Heta statuya Kurdî neyê naskirin dê aştî pêk neyê’
11:27 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Tevî xwînmijan jî dê aştî û xwişk-biratî bi ser keve
10:57 Ahmet Turk: Gel bi fikar e, divê dewlet li gor ruhê pêvajoyê tevbigere
10:44 Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
09:42 Trump: Li Xezeyê qonaxa duyemîn a agirbestê dest pê dike
09:23 Ciwan amadekariya meşê dikin
09:02 'Rejîm ne xwedî wê kapasîteyê ye ku krîza avê û zemînê çareser bike'
09:00 ROJEVA 15’Ê COTMEHA 2025’AN
14/10/2025
21:41 Huseyîn Aykol xistin beşa lêneherîna lezgîn
19:54 Peyamên 'derbasbûyînê' ji bo Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî
19:13 Rojnamevan Aykol xistin emeliyatê
19:11 Pervîn Buldan: Qethiyen bêrêzdariyê qebûl nakim
18:59 Rojnamevan Huseyîn Aykol rakirin nexweşxaneyê
18:05 Cenazeyê rojnamevan Tosûn dê di 16'ê Cotmehê de bê definkirin
16:42 Di 20 rojan de li Îranê 164 kes hatin darvekirin
16:40 Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
16:34 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
16:10 Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn
15:57 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê birçîtiyê 21 hezar û 149 TL ye
15:50 Bagdû li ser gora xwe hate bibîranîn
15:40 DMME’yê biryara binpêkirinê da: Aysel Tugluk ji ber sedemên siyasî hate girtin
15:05 Ji bo banga hevdîtina bi gel re bang: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:43 Bakirhan: Meclisa îsal bi qasî Meclisa ewil girîng e
13:54 Bahçelî: Ji bo me ya esas daxuyaniya 27’ê Sibatê ya Îmraliyê ye
13:30 Komxebata ji bo ‘stratejî û polîtîkayên’ Kurdî sibe dest pê dike
13:16 Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
12:42 Danişîna doza rojnameger Oruç hat lidarxistin
12:40 Xwendekarên enternasyonal çûn serdana GOÇÎZDER’ê
12:28 Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
11:31 Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon: 6 kes hatin binçavkirin
11:27 'Daxwaza gelê Kurd azadiya Abdullah Ocalan e'
11:13 Li Bûrsayê 15 kes hatin girtin
09:54 Li Wanê xeta trenê ya talûke di pênc taxan re derbas dibe!
09:41 Aykan Sever: Yekane xema Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye
09:28 Li Kizilpinarê kursên Kurdî dest pê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
13/10/2025
20:55 Îsraîlê nêzî 2 hezar girtiyên filistînî berdan
19:12 DFG: Divê êrişa li dijî Hakan Tosûn demildest bê zelalkirin
17:56 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 7 ciwanên kurd hatin revandin
16:54 Mazlum Ebdî: Vegera koçberan rojeva me ya esasî ye
16:45 Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
16:26 Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir
16:23 Li Wanê berteka ji bo Rojîn Kabaîşê: Der heqê dozgerê berê û ATK’ê de serlêdana sûc hate kirin
15:39 KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin
15:06 Ji bo komxebata ziman a li Wanê banga tevlibûnê hat kirin
14:51 Rojnameger Îmen hate berdan
14:46 Rapora girtîgehan: Tecrîd, êrişa li dijî aştiya civakî ye
13:30 Akademîsyen McLaren: Gotinên Ocalan mîna kevokekê behr derbas kir
13:23 Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye
13:22 Netenyahu û Abbas jî tev li ‘Lûtkeya Xezeyê’ dibin
12:17 Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
12:11 Bulent Arinç: Divê komîsyon rû bi rû li Ocalan guhdarî bike
11:33 Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin
11:09 Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê çûn Îmraliyê
11:00 DEM Partî: Ne faşîzm, lê têkoşîna azadiyê ya jinan dê bi ser keve
10:36 Temellî: Divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike
10:32 Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket
10:28 Ji bo mitînga ‘Ji Ocalan re azadî’ seferberiya mehekê hat ragihandin
10:00 Vezan Karabulut: Azadiya Ocalan ji bo jinan girîng e
09:51 11 sal di ser qetilkirina Bagdû re derbas bûn: Divê dosye ji nû ve bê nirxandin
09:28 Meteorolojiyê ji bo 9 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir
09:24 Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kir
09:00 ROJEVA 13’Ê CITMEHA 2025’AN
12/10/2025
16:29 Li Efrînê du welatî hatin revandin
16:22 Ciwanan piştî mitînga Êlihê meş li dar xist
15:59 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heta deriyê Îmraliyê venebe dê çareserî çênebe
15:33 Welatiyên tev li mitînga Êlihê bûn: Em ne ji dewletê, ji birêz Ocalan bawerin
15:19 Di mitînga Êlihê de posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin
14:41 Saziyên Kurdî: Di fuara pirtûkan de xwedî li berhemên Kurdî derkevin
14:30 Jinan kampanyaya ‘Sûriyeyeke azad û demokratîk’ da destpêkirin
13:37 Li ser sînorê Efxanistan û Pakistanê şer
13:35 Îsraîl amadekariya tunekirina tûnelên Hamasê dike
13:26 Bîlançoya şewata li Qoserê giran dibe
13:18 Fîlozofê Tûnisê Trîkî piştgirî da banga Abdullah Ocalan
12:38 Meral Daniş Beştaş: Azadiya Abdullah Ocalan daxwaza bi milyonan kesa ye
12:27 Encamnameya Konferansa Gel û Baweriyan hate aşkerakirin
12:04 Rojnameger Tosun li kêleka rê bi awayekî derbkirî hate dîtin
11:50 Li bakurê Kurdistanê hewa sar dibe û barîn dest pê dikin
11:45 Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike
11:35 Sê dîplomatên Qeterê beriya lûtkeya Xezeyê li Misrê di qezayê de mirin
11:21 Keşe Peker: Hewceye sererastkirinên qanûnî bên kirin ku pêvajo di gotinê de nemîne
10:29 Estukyan: Ocalan rêya pêkvejiyana mirovahiyê nîşan dide
10:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Entegrasyona Demokratîk’ derket