ENQERE - Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya ser mejî rakirin nexweşxaneyê.
Rojnamevan Huseyîn Aykol îro danê êvarê li mala xwe bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin. Aykol rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê ya Enqereyê.
Hat ragihandin ku Aykol hatiye entubekirin. Tê payin ku ji hêla cerrahê mêjî ve were muaynekirin.