EDENE - Belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, di 11’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, di 14’ê Cotmeha 2014’an de dema li Taxa Ovayê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê rojname belav dikir, ji hêla DAIŞ’iyan ve hate qetilkirin. Bagdû, di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Kuçukobayê hat bibîranîn. Hevserokên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onal û Selman Çîçek, xebatkarên çapemeniyê, malbata Bagdû, endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAYDER) û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek got ku faîlên cînayeta Bagdû hêj nehatine girtin. Çîçek, bal kişand ser rojnameger Hakan Tosun ku di 10’ê Cotmehê de li Esenyurtê rastî êrişê hat, xwîn çû mejiyê wî û duh mejiyê wî mir û got: “Heke cînayeta Bagdû bihata ronîkirin, îro dê Hakan nemiribûya. Îktîdar, di cînayetên li dijî rojnamegeran de bêdeng dimîne. Kujeran vedişêre. Divê neyê jibîrkirin ku heqîqet nayê veşartin. Rastî zû yan jî dereng derdikevin. Divê berpirsyar bên girtin. Heta ku kujer tên girtin jî em ê li pey heqîqetê bin.”
'TÊKOŞÎNA ME DÊ HETA DAWIYÊ BIDOME’
Hevjîna Bagdû, Şemsê Bagdû jî spasiya her kesên ew bi tenê nehiştin kir û got: “Heta nefesa xwe ya dawî em ê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin. Têkoşîna Mûsa Anter û hevalên wî têkoşîna me ye.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûphiye Bayav û Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr jî anîn ziman ku xebatkarên Çapemeniya Azad ê li pey heqîqetê di hedefa îktîdarê de ne.
Di bîranînê de dua hatin kirin û herî dawî jî beşdaran çîçek danîn ser gora Bagdû.