ENQERE - TJA û hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî dan û gotin felsefeya “Jin, jiyan, azadî” veguherî berxwedaneke kûrewî.
Tevgera Jinên Azad, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi wesîleya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve, daxuyanî dan.
TJA: VEGUHERÎ SERHILDANÊ
Tevgera Jinên Azad (TJA), diyar kir ku felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ji bo jinan veguherî dirûşmeke gerdûnî û got ku jinan “Li dijî rejîme meleyan dengê azadiyê li kolanan bilind kirin.” Bi domdarî wiha hate gotin: “Têkoşîna jinê ya li dijî feodalîzm û kapîtalîzmê bi çalakî û pêşengiya rêxistinkirî yên jinên Kurd ên bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî’ xwe îsbat dike.” TJA’yê, her wiha destnîşan kir ku ev têkoşîn ji bo jinan li erdnîgariyeke berfireh ji Îranê heta Hindistan, Efxanistan û Pakistanê bûye çavkaniya îlhamê.
TULAY HATÎMOGÛLLARI: BERXWEDANÊ SÎNOR DERBAS KIR
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Berxwedana ku bi porê Jîna destpê kir li dijî rejîma meleyan tevahiya sînoran derbas kir. Silav li jinên ku ji bo azadiyê dengê xwe bilind dikin.”
ÇÎGDEM KILIÇGUN UÇAR: HEMÛ REJÎMÊN ZORDAR WÊ JÎNAYAN LI PÊŞBERÎ XWE BIBÎNIN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ev tişt gotin: “Her rejîmeke zordar a ku azadiya jinê dike hedef, wê Jînayan li pêşberî xwe bibînin. Têkoşîna hevgirtî ya jinan wê hem li Îranê û hem jî li seranserê Rojhilata Navîn pergala desthilatdar a mêr têk bibe. Têkoşîna Jîna ya azadiyê, ji bo me pêşengiyê dike.”