AMED - Li Amedê dê sibe meşa “Mafê hêviyê” bê lidarxistin. Ji bo tevlibûna meşê li hemû navçeyan belavok hatin belavkirin.
Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe. Yek ji bajarên ku dê meş lê were lidarxistin jî Amed e. Duh di saetên şevê de li hemû navçeyan broşûr hatin belavkirin.
Li parkên Vedat Aydin û Halîl Îbrahîm Oruç ên navçeya Bismilê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûna meşê li gel hate kirin. Li navçeyên navendî Rezan, Peyas, Sûr û navçeyên din jî li cihên bazarê û parkan belavok hatin belavkirin.
Meş dê sibe saet di 16.30’ê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa E a Amedê ya berê det pê bike û heta pêşiya AZC Plaza ya li Semta Ofîsê bidome.