ENQERE - AYM’ê, ji bo 11 roj cezayê hucreyê ku ji ber gotinên stranên Kurdî yên di lênûskê de li girtî Rêber Altuntaş hatibû birîn, got binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye.
Di 20’ê Adara 2023’yan de li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê gardiyanan bi ser qawîşên girtiyan de girtin. Di serdegirtinê de lênûska girtî Rêber Altûntaş ku gotinên stranên Kurdî tê de hebûn, hate desteserkirin. Name, ji Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê re hate şandin. Di lêkolînê de ji bo gotinên stranan îdiayên weke “pesnê endamên rêxistinê didin” û “sirûdên Kurdî yên têkildarî YPS’ê” hatin kirin. Li ser vê yekê jî Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê da Altûntaş.
'LÊNÛSK BERÊ DE HATIBÛ LÊKOLÎNKIRIN Û HATIBÛ ÎADEKIRIN’
Altûntaş, di pêvajoya disiplînê de parastina xwe kir û da zanîn ku lênûska wî dema li girtîgeheke din hatî sewqkirin hatibû lêkolînkirin û piştre dîsa li wî hatibû vegerandin. Altûntaş, got ku lênûska wî ji hêla ewlehiyê ve tu pirsgirêkan dernaxîne û gotibû cezayê hatiye dayin derhiqûqî ye.
Altûntaş, li dijî cezayê li Dadgeriya Înfazê ya Amedê îtîraz kir lê hate redkirin. Dadgeriyê îdiaya “gotinên pesnê PKK’ê didin tê de hene” kir. Îtîraza li dijî biryarê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatiye kirin jî hat redkirin. Li ser vê yekê Altûntaş serî li AYM’ê da.
AYM’Ê BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA
AYM’ê, serlêdana Altûntaş nirxand û cezayê li Altûntaş hatiye birîn weke binpêkirin nirxand. AYM’ê got ku di serdegirtina qawîşê de du lênûsk hatine desteserkirin û ev yek weke binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê qebûl kir. AYM’ê, got ku di biryarên rêveberiya girtîgehê û darazê de bi awayekî şênber nehatiye gotin ka kîjan gotin ewlehî û disiplîna girtîgehê xera dikin û got: “Îdiaya Altûntaş a ‘Lênûska min berê jî hate girtin lê piştî lêkolînê dîsa dane min’ di tu qonaxan de neyatiye lêkolînkirin.”
20 HEZAR LÎRE TAZMÎNAT
AYM’ê bi piraniya dengan biryar da ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê Altûntaş hatiye binpêkirin û biryar da ku 20 hezar TL tazmînata manewî were dayin. AYM’ê xwest ku Altûntaş jinûve were darizandin û ji bo encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin, dosya ji Dadgeriya Înfazê ya Amedê re şand.
MA / Firat Can Aslan