* Wekîlê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumluyê bi girtiyan û rêveberiya girtîgehan re hevdîtin kir, got: “Binpêkirinên li girtîgehan, di rewşeke zirarê didin pêvajoya avakirina civaka demokratîk de ne.”
* Saziyên ziman ên li Şirnexê bertek nîşanî bêparhiştina bi milyonan xwendekaran a ji perwerdeya bi zimanê dayikê dan û gotin ji bo avakirina civakeke demokratîk divê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî.
* Bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li navenda giştî civîn were lidarxistin. (10.00) ZINDÎ
* MEBYA-DER û TUAY-DER dê bi beşdariya vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç û Veysî Aktaş ku piştî 33 salan ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê civîn3e li dar bixe. (11.00)