NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, der heqê rojnameya Cumhuriyetê ku TJA krîmînalîze kiribû, serlêdana sûc kir.
Rojnameya Cumhuriyetê demek berê rojnameger Gulistan Tekîk ku hatibû qetilkirin û Tevgera Jinên Azad (TJA) hedef girtibû. Rojnameyê, daxuyanya Tevgera Jinên Azad (TJA) a di 24’ê Tebaxê de jî bi îmzeya Aytunç Urkmez bi sernavê “Ji rêxistina jinan a PKK’ê gaveke nû: Ji bo guherandina destûra bingehîn xebateke nû” weşandibû.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, der heqê rojnameya Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir. Navendê ragihand ku wan bi sedema sûcên “Gel ji bo dijminatî û dijbertiya hev sor kiriye, nefret û cihêkarî” der heqê rojnameya Cumhuriyetê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirine.