ENQERE - CHP’ê ji komîsyona li Meclisê hatiye avakirin re “Paketa demokratîkbûnê” ya ji 29 xalan pêk tê pêşniyar kir.
“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ku di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, cara 3’yemîn civiya. Di civînê de endamên partiyên koma wan li Meclisê hene û yên koma wan nîne pêşniyarên xwe yên têkildarî çareserî û rêvebirina komîsyonê pêşkeş kir. Wekîlê TÎP’ê Ahmet Şik, diyar kir ku divê AKP û MHP pêşniyarên xwe pêşkeş bikin û got: “Xebatên tenê têkildarî entegrasyonê tên meşandin, dibe ku li pêşiya civakîbûna komîsyonê bibe astengî û fikarên civakê ji holê raneke. Lewma divê em bizanin ka sînorên sererastkirinan ên hikûmetê çi ne û armanca wan çi ye. Ev yek dê bike ku em rojevê li gorî vê diyar bikin û demê winda nekin.”
PÊŞNIYARA CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ YA HEVPAR
Wekîlê EMEP’ê Îskender Bayhan jî bal kişand ser girîngiya di navbera armanc û amûrê de û got ku divê komîsyon der heqê civînên girtî de jî gel bi awayekî agahdar bike. Bayhan, diyar kir ku civînên çapemeniyê yên hevpar dê sûdewer bin.
JI CHP’Ê ‘PAKETA DEMOKRATÎKBÛNÊ’
Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr jî anî ziman ku bêyî dem were bisînorkirin divê xebat bên kirin û ev yek dê bike ku nîqaşên hûr û kûr bên kirin. Kurtulmuş jî kete navberê û got: “Xwe weke îktîdarê bibînin. Ji bo çareserkirina vê meseleyê çi pêşniyarên we hebin bi aşkerayî bibêjin. Di vê komîsyonê de bêyî ferq û cudahiya îktîdar û muxalefetê were kirin, armanc ew e ku ji bo hemû deng bikarin biaxivin û lihevkirineke herî xurt were kirin, pêwîstiyên serdema dîrokî bên cîbicîkirin.”
Mûrat Emîr jî hûrgiliyên “Paketa Demokratîkbûnê” ku ji 29 xalan pêk tê û ji hêla Komîsyona Edalet û Demokrasiyê ya CHP’ê ve hatiye amadekirin vegot.
Xalên di “Paketa Demokratîkbûnê” de ev in:
“*Avakirina ‘Komîsyona Aştiya Civakî, Edalet û Mitabeqeta Demokratîk’ a li Meclisê.
*Bi îktîdareke destûra bingehîn binpê dike re destûra bingehîn nayê çêkirin.
*Cîbicîkirina biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
*Ji bo avakirina aştiya civakî, azadiya xweîfadekirinê.
*Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, siyaseta demokratîk.
*Bidawîkirina sepana qeyûm û feraseta rêveberiyên herêmî yên bihêz.
*Bidawîkirina dîzaynkirina siyasetê ya bi destê darazê, tavilê tehliyekirina tevahiya siyasetmedar û burokratên di çarçoveya hewldana derbeyê ya 19’ê Adarê de hatine girtin.
*Di serî de doza Geziyê, berdana kesên di dozên bi mebesta tepisandina muxalefat civakî de hatine girtin.
*Rêgeza diyariya hiqûqî ya di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê de.
*Başkirina mafên reha yên hêzên ewlekariyê û memûrên sivîl ên di burokrasiya ewlehiyê de dixebitin.
*Pirsgirêka sûcê heqaretê ya li serokkomar û peywirdarên cemaweriyê.
*Jinûvesererastkirina sûcê tehrîkkirina gel a kîn û dijminatiyê.
*Cezakirina gotinên nefretê û sûcên nefretê.
*Hewceye Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê serbixwe be.
*Têkoşîneke xurt a li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û îşkenceyê.
*Divê were ragihandin ku ji pêşniyarqanûnên ji rêveberiyên otorîter hatine wergirtin paşvegav hatiye avêtin.
*Têkoşîna xurt a li dijî tundiya ser jin û zarokan.
*Pirsgirêka xwegihandinê ya weke astengiyekê li pêşiya mafê agahîgirtinê disekine.
*Betalkirina qanûna sansûrê.
*Rakirina astengiyên yasayî yên li pêşiya azadiya çapemeniyê.
*Rakirina tevahiya astengiyên qanûnî û sepanan ênl i pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê.
*Mewzûateke înfazê ya adilane, berfireh û li gorî rûmeta mirovahiyê.
*Bidawîkirina sepana şahidên nepen ku mafê darizandina adilane binpê dike.
*Divê tavilê pêşî lê were girtin ku saziya poşmaniyê veneguhere îftîrakariyê.
*Di sînorkirina mafê parastinê de hewceye paşvegav bê avêtin.
*Hewceye pêşî li ber Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan were girtin ku biryarên keyfî nedin.
*Ji bo kesên bi KHK’an ji kar hatine avêtin dîsa li karên xwe vegerin, divê rewşa wan jinûve di çarçoveya hiqûqî de were nirxandin.
*Ji bo dewlet li dijî hemû baweriyan bêalî be, bila pergaleke nû bikeve meriyetê.
*Divê di lêpirsînên siyasî de xespa rayeyê ya dozgeriyan bê bidawîkirin.”