ERZIROM - Şaredariya Tatos a di bin rêveberiya DEM Partiyê de, her diçe xebatên xwe yên ji bo jinan zêde dike. Hevşaredar Gulen Şengul anî ziman ku di civînan de hemû pirsgirêkên jinan qeyd dikin û ji bo çareseriyê projeyan pêş dixin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li şaredariya navçeya Tatosê a Erziromê xebatên girîng pêk tîne. DEM Partî ku piştî du serdemên dema qeyûm şaredariyê bi dest xist, ji bo bersivdayîna daxwazên gel gelek xebat pêk anîne. Pirsgirêk û daxwaz di civînên giştî de tên tomarkirin û ji bo çareserkirina wan proje tên pêşxistin.
DAXWAZÊN JINAN
Gelek daxwazên ku di civînên destpêkê yên bi jinan re hatine destnîşankirin hatine bicihanîn. Qadên lîstikê yên zarokan, materyalên perwerdehiyê ji bo jinên ciwan û kursiyên biteker ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet hatine belavkirin. Xebat ji bo gelek projeyên girîng ên jinan berdewam in.
Hevşaredara Tatosê Gulen Şengulê der barê xebata ku ew ji bo çareserkirina daxwazên jinan dikin de agahî da. Gulen Şengulê destnîşan kir ku zirara ku ji aliyê qeyûm ve li navçeyê hatiye kirin, gel mexdûr kiriye û got ku navenda jinan a şaredariyê li gorî protokolekê ji qeymeqamê navçeyê re hatiye veguhastin.
NAVENDA ÇANDÊ YA PÎR SÛLTAN ABDAL HAT VEKIRIN
Gulen Şengulê destnîşan kir ku jinên li Tatosê kêm beşdarî çalakiyên civakî dibin û got: "Beşdarbûna bernameyên me bi piranî li gund û taxên derdorê ye. Em hewl didin ku jinan bi serdana gundan tevlî bernameyên xwe bikin. Li ser daxwaza jinên elewî, me Navenda Çandê ya Pîr Sultan Abdal ava kir ku dikare hem xizmetên olî û hem jî çalakiyên çandî li dar bixe."
KOOPERATÎF
Gulen Şengulê li Tekmanê behsa kêmbûna kar û cihên kar ji bo jinan kir û got ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê xebat didomin. Gulen Şengul armancên xwe yên vekirina Kooperatîfa Jinan û Baxçeyê Jinan anî ziman û got: "Em bi şêwirmendiya jinên gund û taxan binesaziya vê projeyê pêş dixin. Dema ku amadekariyên vê projeyê temam bibin, em ê bi Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Rojhilatê Anatoliyê (GABB) re bicivin. Ger em ji wan piştgirî bistînin, em ê di biharê de projeya xwe bidin destpêkirin. Em ê hem kooperatîfa xwe ya jinan ava bikin û hem jî baxçeyê xwe yê jinan vekin."
Gulen Şengulê diyar kir ku jinên ku li gund û navendên bajaran dijîn daxwazên wan ji şaredariyê hene; wekî park, lê jinên ciwan ên ku ji bo zanîngehê amade dibin daxwazên wan ji bo materyalên perwerdehiyê û dibistanên amadekariyê hene. Gulen Şengulê destnîşan kir ku ew bi jinên ciwan re li ser vê mijarê civîn li dar xistine û got: "Me guh da daxwaz û fikarên wan. Wan ji me piştgirî ji bo dibistanên amadekariyê û pirtûkan xwest. Me hin daxwazên wan ên ji bo pirtûkan û xizmetên bi vî rengî bicîh anîn û em ê vê yekê bidomînin."
JI BO ÇARESERKIRINÊ PIRSGIRÊK TÊN TOMARKIRIN
Gulen Şengulê diyar kir ku ew li taxan bi jinên re hevdîtinê didomînin û got: "Pêşîniyaza dayikan ew bû ku em alîkariya zarokên xwedî pêdiviyên taybet bikin. Me bi rêya Projeya Hevgirtina Civakî van daxwazan pêk anîn. Me ji gelek kesên astengdar re kursiyên biteker peyda kirin."
Gulen Şengulê dubare kir ku xebat dê berdewam bike û got: "Em ê hemû pirsgirêk û daxwazên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin li ber çavan bigirin û hewl bidin ku wan çareser bikin."