NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên nû yên qetlîama ku ji aliyê hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve li Siwêdayê hatiye kirin derketin holê.
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê di 13’yê Tirmehê de li navenda Siwêdayê û gundên wê gelek kes qetil kir. Zêdetirî hezar welatiyên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn, jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên nû yên qetlîama li bajêr derketin holê. Di dîmenên ku ji aliyê şêniyekî bajêr ve ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re hatine şandin de, gelek zarok û jin têne qetilkirin û cenazeyên wan li kolanan têne şewitandin.
WEHŞETA KU JIYABÛ VEGOT
Şêniye bajêr, qetlîam wiha rave kir: “Peyv têrî vegotina wehşetê nakin. Serê sivîlan, mirovên bêguneh, hatin jêkirin. Hemû xanî û dikanên bajêr hatin talankirin û şewitandin. Leşkerên hikûmeta Şamê yên ku ketin bajêr dest bi talana malan kirin. Cenazeyên sivîlên ku wan kuştibûn avêtin kolanan. Hêzên ewlehiyê û kujerên girêdayî rejîma Şamê li ser banên malan bi cih bûn û sivîlan hedef girtin. Hinceta wan ew bû ku sivîl rê nadin hêzên ewlehiyê bikevin bajêr. Lêbelê, hêzên ewlehiyê û yekîneyên girêdayî Şamê ketin herêmê, lê armanca wan ne aramî bû. Bereksa vê, sivîl hatin qetilkirin. Kesên hatin qetilkirin be çek bûn. Gelek kes di xew de hatin kuştin. Bi rêbazên hovane mirov qetilkirin. Jin li ber çavên malbatên wan hatin tecawizkirin. Kincên jinan ji wan kirin û bi tazî li kolanan hatin gerandin.”
Şêniyê Siwêdayê, got: “Me ji vê zilmê xilas bikin. Hemû nûçeyên ku îdia dikin ku Durzan êrişî eşîrên Bedewî kirî derew in. Ev derew ji bo rewakirina komkujiyan tê bikar anîn."
MA / Emrullah Acar