STENBOL – Nûnera KCDP’ê Esîn Îzel Uysal, bal kişand ser girîngiya ezmûnên hevpar ên têkoşînê û diyar kir ku ji bo mayîndebûna aştiyê amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê.
Pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kir, didome. PKK’ê li ser banga Abdullah Ocalan, bi kongreya 12’yemîn ve xwe fesiz kir û di 11’ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê merasîma îmhakirina çekan li dar xist.
Nûnera Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) Esîn Îzel Uysal jî yek ji wan kesên ku beşdarî merasîmê bûbû, diyar kir ku gava ku bi merasîmê ve hate avêtin li hemberî desthilatê nişana îradeyeke girîng bû. Esîn Îzel Uysalê destnîşan kir ku tu argumaneke di destê desthilatê de nemaye pirsgirêka Kurd a li ser vê axê pir kevn ê û gavên ku desthilatê biavê ji bo pêvajoyê dê pir girîng be.
Esîn Îzel Uysalê rave kir ku berê ji bo li dijî qeyûm derbikevin û bibêjin “Gelê Kurd ne bi tenê ye” çûye Kurdistanê û pêşengiya Besê Hozat ji bo Koma Aştî û Civaka Aştiyê gaveke dîrokî bû, bi vê yekê me dît ku tevgera Kurd ji bo tevgera jinan xwedî azmûnên girîng in.
‘DIVÊ TAVILÊ KOMÎSYON BÊ AVAKIRIN’
Esîn Îzel Uysalê bal kişand ser komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin û ev tişt got: “Divê tavilê bê avakirin û dest bi xebatan bike. Herwiha ev pêvajo dê pêşî li demokrasiyê jî vebike û çareseriya pirsgirêka Kurd dê ji bo hemû welatiyan jî bibe henase. Divê rêya siyaseta demokratîk jî bi vî rengî bê vekirin.”
Esîn Îzel Uysal, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Gelo desthilata AKP’ê an MHP û Devlet Bahçelî jidil e? Ez lêgerîna jidlbûnê rast nabînim, AKP jî MHP jî siyasetek pêş dixin. Ev pêvajo di encama geşedanên herêmê û bandora wê ya li Tikriyeyê hate destpêkirin. Di vê mijarê de gotin û helwesta tevgera Kurd girîng e.”
AŞTIYEKE MAYÎNDE
Esîn Îzel Uysal, diyar kir ku KCDP dixwaze bi ezmûna xwe ya di warê têkoşîna jinan de piştgiriyê bide komîsyona Meclisê û ew amade ne ku fikrên xwe pêşkêş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo mayîndebûna aştiyê em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê "
MA / Yeşîm Tukel