ENQERE - Têkildarî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serokê Giştî yê PSAKD'ê Cuma Erçe, destnîşan kir ku Elewî parçeyeke esasî yê pêvajoyê ne.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da destpêkirin ji aliyê raya cemawerî ve bi baldarî tê şopandin. Abdullah Ocalan, herî dawî di hevdîtina bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç re, destnîşan kiribû ku beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye.
‘EM ALÎGIRÊN PÊVAJOYÊ NE’
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cuma Erçe, têkildarî banga Ocalan û pêvajoyê axivî û diyar kir ku Elewî parçeyeke esasî yê vê pêvajoyê ne. Erçe, destnîşan kir ku Elewî li gorî baweriya xwe alîgirên aştiyê ne û wiha axivî: “Gelekî mafê xwe tayin bike, ji vê rewatir tiştek nîne. Her çendî em ji bo desthilatê bi fikar bin jî em pişgirtiyê didin pêvajoyê. Em alîgirê çareseriya bi muzakreyê e.”
‘DÊ ÇARENÛSA ROJHILATA NAVÎN BIGUHERE’
Erçe, diyar kir ku aştiya li Tirkiyeyê dê çarenûsa Rojhilata Navîn biguherîne û wiha pê de çû: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê ne tenê ji bo me, ji bo herêmê jî pir girîng e. Tirkiye, bi rewşa xwe ya jeopolitik ji bo herêmê mînak e. Ger di vê pêvajoyê de otokrasiyeke bê avakirin dê herî zêde ji vê rewşê Kurd, Elewî û beşên civakê yên bindest zirar bibîne. Em dixwazin pêvajo bi dînamîkên hûndir ve bê rêvebirin û bi aştiyeke bi rûmet ve bi encam be.”
DAXWAZÊN ELEWIYAN
Erçe, rave kir ku daxwazên wan ên ji bo welatîbûna wekhev hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê cemxane wek îbadetgeh bê hesibandin, Otêla Madimakê bibe muzexaya şermê, dersên olî yên mecbûrî bên rakirin, perwerde bi awayeke zanistî û sekuler be, Serokatiya Diyanetê ne tenê ji bo Elewiyan ji bo hemû kesan bê girtin. Hewl didin ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê ve Elewîtiyê tune bikin. Elewî bi awayeke fîzîkî nehatin tunekirin, niha bi awayeke çandî dixwazin ji holê rakin. Divê dev ji vê helwestê berdin.”