MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne

  • rojane
  • 11:32 19 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) rojnameger Ayfer Serçe ya ku li Îranê hat qetilkirin di 19'emîn salvegera mirina xwe de bi bîr anî û diyar kir ku pênûsa wê di roja me ya îro de di destê gelek rojnamegerên jin de nivîsandina xwe didomîne. 

 
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) bi boneya şehadeta rojnamevan Ayfer Serçe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku bi hezkirin, hesret û rêzdarî wê bi bîr tînin  û hat destnîşankirin ku pênûsa xwe ji bo rastiya gel bi kar aniye.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Îro, di salvegera qetilkirina rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) de em careke din bi evîn, hesret û rêzgirtinê wê bi bîr tînin. Şîlan Aras bi wêrekî pênûsa xwe ji bo rastiya gel, bi kar anî.
 
Şîlan Aras di sala 1974'an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik bû. Rêwîtiya xwe ya medyayê, bi ragihandina dengê xwe ya ji bo gel, di salên dibistana amdehiyê de li Radyoya Karacadagê dest pê kir. Ev rêwîtiya ku di temenê ciwaniyê de dest pê kir, wê ne tenê veguherand pêşkêşvanekê, lê di heman demê de veguherand dengekî wêrek a ji bo gel, berxwedana jinan û çapemeniya azad.
 
Li gel zextên ku di seranserê xwendina xwe de pê re rû bi rû ma jî, Şîlanê di salên xwe yên li Zanîngeha Çukurovayê de bi israr ma û bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşîna jinên Kurd bû. Ji sala 1998'an û pê ve, ew bû beşek ji medyaya Kurd, dilê çapemeniya azad. Ew wekî 'Şîlan Aras' li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) xebitî û paşê wekî nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ya Ermenistanê xebitî.
 
Şîlan Aras ne tenê bi nivîsandina xwe, lê di heman demê de bi xebata xwe ya di vî warî de jî dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna jinan nîşan da. Wê jiyana xwe xist xeterê da ku lêkolîna zêdebûna xwekuştinên jinan li bajarên Ûrmiye û Mehabadê yên Rojhilat bike. Di encama vê xebatê de, di navbera 19-23'yê Tîrmeha 2006'an de li herêma Kelaresê li ser sînorê Tirkiye-Îranê di kemînekê de ji aliyê artêşa Îranê ve hat qetilkirin.
 
Mixabin, cenazeyê Şîlanê nedan malbata wê. Li Îranê dest xistin ser cenazeyê wê. Berpirsiyaran hesab nedan û têkildarî qetilkirina Şîlan Aras tu daxuyanî jî nehat dayin. Lê em dizanin: Em şahidên şopa rastiya Şîlan Aras a li pey xwe hiştiye.
 
Şîlan Aras, endameke dilsoz û kedkara Çapemeniya Azad e. Pênûsa Şîlan Aras bi destên gelek jinên rojnameger tê nivîsandin. Ew ne tenê rojnamevanek bû; ew sembola berxwedana jinan, lêgerîna rastiyê û evîna ji bo gel bû. Jiyana Şîlanê ne tenê têkoşîn, lê di heman demê de berxwedana bi rûmet a parastina rastiyê û bê dudilî gotina rastiyê jî fêrî me kir.
 
Îro, parastina mîrata Şîlanê bi avakirina têkoşînek bihêztir a li dijî sansûr, zext û hemû êrîşên li dijî rojnamevanên jin, pêkan e.
 
Şîlan Aras bi rojnamegeriya xwe, bi wêrekî û bi rûmeta jinbûna xwe rê li ber me vekir.
 
Em ê meşa di wê rêyê de dewam bikin. 
 
Ayfer Serçe (Şîlan Aras) nemir e!"

Sernavên din

24/07/2025
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin