Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike

  • rojane
  • 14:19 17 Tîrmeh 2025
  • |
img

ENQERE – Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozgur Ozel, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku dê temînatên hiqûqî pêvajoyê civakî bike. 

PERVÎN BÛLDAN: OZEL WÊ PIŞTGIRIYEKE HÊJA BIKE
 
Pervîn Bûldan anî ziman ku ew hîn bûn ku Ozel wê ji niha û pê ve jî 'piştgiriyeke hêja' li pêvajoyê bike û got: "Me bi birêz serok re mijarên pêvajoya aştiyê, qonaxên piştî merasîma îmhakirina çekan, komîsyona li meclîsê bê avakirin, bendewariyên ji vê komîsyonê û lihevkirina ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê bi berfirehî nirxandin."
 
CIVÎNA KOMÎSYONÊ GIRÎNG E
 
Pervîn Bûldan diyar kir ku ev yek "civîneke girîng e" û got, "Ji ber ku sibe wê Birêz Nûman Kûrtûlmûş bi serokwekîlên komên hemû partiyan re serê sibehê bicive."
 
Pervîn Bûldan wiha pê de çû: "Ev hevdîtina beriya avabûna komîsyonê girîng e, me ev yek jî bi berfirehî nirxand. Ji ber ku her partiyek ji bo komîsyonê xwedî pêşniyar û bendewariyên cuda ne. Ji ber ku bendewariyên cuda hene ku di vê komîsyonê de bêne nirxandin û encam bê wergirtin, me meseleya komîsyonê bi berfirehî nirxand, nîqaş kir. Birêz Ozgur Ozel ji destpêkê ve tevkariyên girîng li meseleya aştiyê dike û me bal kişand ser girîngiya vê tevkariyê. Em hîn bûn ku Birêz Ozel wê ji niha û pê ve jî piştgiriya xwe ya li pêvajoya aştiyê dewam bike, wê piştevaniyeke hêja bike. Em spasiya Birêz Ozel dikin, ji ber ku em qebûl kir. Vê yekê dixwazim bibêjim. Civîna komîsyonê ya sibe bê lidarxistin girîng e. Em bi hev re li benda encama ji vê derê ne. Em ê encaman bibînin."
 
SANCAR: MECLÎS WÊ BI ROLEKE GIRÎNG RABE
 
Mîthat Sancar jî got: "Me derfet dît ku mijarên girîng ên têkildarî qonaxa heyî ya pêvajoyê binirxînin."
 
Sancar, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Bêguman di qonaxa heyî ya vê pêvajoyê de gelekî girîng e ku Meclîs bikeve dewrê" û bi vî rengî dewam kir, "Ji ber ku di meşa ber bi aştiyê de ji bo xurtkirina vê pêvajoya çareseriyê, meclîs wê bi roleke girîng rabe. Em ji destpêkê ve vê dibêjin. Bêguman ji bilî vê li qadên cuda pirsgirêk hene. Ji bo pêvajoya civakî bibe û aştî hemû civakê hembêz bike, divê berfireh bibe.
 
AŞTÎ DIVÊ CIVAKÎ BIBE
 
Ji bo bicihbûna aştiyê divê civakî bibe. Ji bo vê jî garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk gelekî girîng in. Bi civakîbûnê re aştî dikare pêk were. Amûrên herî girîng ên civakîbûnê jî garantiyê hiqûqî û mekanîzmayên demokratîk e. Bêguman her partiyeke siyasî û her aktorekî civakî ji vê pêvajoyê xwedî bendewariyan e û dibe ku nêrîna xwe ya li pêvajoyê cuda be. Lê belê ji b çareserkirina pirsgirêkekê ku êşên 50 salan kom bûne, berpirsyariya me ye ku em bikevin nava hewldanên awarte. Bicihanîna vê berpirsyariyê jî bi diyalogê, bi diyaloga bi hêzên civakî û hemû aktoran dibe.
 
Em derbasî wê qonaxê dibin ku li ser zemîna meclîsê vê bi berfirehî bibînin. Beriya niha Pervîn xanimê got. Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş banga civînê li serokwekîlên koman kir. Ev civîn wê li ser komîsyonê û pêşniyarên têkildarî wê be. Li gorî encama ji wê derê bê bidestxistin, dem û şert û mercên kar ên komîsyonê wê diyar bibe. Em ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştî, edalet û yekbûna civakî bi xurtî dewam bikin. Di vê rêyê de înşaleh em ê bi hev re bi ser bikevin."
 

Sernavên din

24/07/2025
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin