Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe

ŞIRNEX- Li Cîzîrê ku germahî heya 49 pileyan zêde dibe, birîna daran û bendavên tên çêkirin, germahiyê zêdetir dikin. Cizîriyan got: "Gundên me talan kirin, xwezaya me tune kirin, avhewaya me guherî, ji ber germê em nikarîn derkevîn derve, vê talanê bidin sekinandin." 

 
Li Çiyayên Cûdî, Gabar û Cilênimîja û herêman Besta, Komato û Qaşûran ên Şirnexê bi salan e di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan bênavber dar tên birin. Darbirîna li herêmê, kanên komirê, derxistina neftê û çêkirina projeyên HES û GES'ê bandoreke neyînî li hevsengiya hawirdorê û avûhewaya herêmê dike. Li gorî daneyên sala 2023'yan ên Midûriyeta Daristanan, li Şirnexê ji sedî 8'ê qadên daristanî hatine tunekirin û tê payin ku di 2 salên dawî de ev hejmar bibe ji sedî 16. Qirkirina xwezaya li herêmê dibe sedema zêdebûna germahiyê. Li navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê termometre her çendî ji sedî 49 derbas dike jî, germahiya ku tê hîskirin zêdeyî ji 50'î pileyî ye. Li navçeya Cizîrê ku li herêmê navçeya herî germ e, gel ji ber germê nikare bi roj û şev ji malen xwe xwe derkeve. Ji ber zêdebûna germê kolanên bajêr vala mane û gelek kargehên bajar jî girtî ne. Dikandarên ku nikarin bixebitin destvala diçin malên xwe. Welatiyên ku li malê dimînin jî, klîmayan vedikin û bi vekirina klîmayan jî faturayên wan ên ceyranê zêde tên û nikarin bidin. 
 
Me li navçeya Cizîrê têkîldarî bandora qirkirina xwezayê ya li ser hewaya herêmê mikrofon dîrêjî gel kir. 
 
Ji welatiyan Abdulazîz Sanri diyar kir ku ji ber germê ew nikarin ji malên xwe derkevin û wiha axivî: "Darên me tên birin, oksîjen namîne, baran jî kêm dibare. Ev hemû sedemên germbûna hewayî ne. Berê avahiyên me ax bûn, hînîktir bûn, lê îro em dinêrin qat bi qat bîneyên ji beton çêkirine. Oksîjena me nema, li ew deverên ku dar lê tên birîn  jî ajal nikarin êdî bimînin. Hêviya me ji rayedarên dewletê ew e ku vê darbirînê bidin sekinandin û darçandinê bidin destpêkirin. Di nava rojê de em nikarin derkevin derve. Karekî me hebe em derdikevin nebe em nikarin derkevin. Divê bihayê ceyranê jî erzan bikin, ji ber germê em neçar in ku klîmayan vekin, dema ku em vedikîn jî fatûraya ceyranê zêde tê." 
 
'OZAN JÎ GERM BÛNE'
 
Ji dikandaran Mehmet Zeki Civildak ê ku heta êvarê li ber êgir xwarinê çêdike jî bi lêv kir ku li gel destpêkirina qirkirina xwezayê ya li herêmê rewşa hewayî guheriye û got: "Cizîr ne wekî berê ye, dar nehiştin, çavkaniyên avê nehiştin. Deh sal beriya niha rewşa hewaya Cizîrê ne wisa bû, hewaya wê xweş bû, hênik bû. Bendav tên çêkirin av kêm dibe, ava Çemê Dîcleyê jî kêm dibe. Heta niha hêviya me ew çem bû lê ji ber bendavan ew hênîkbûna çem jî kêm bûye. Daristan jî neman. Dar nehiştin, qadên seyranê nemane ku gel biçin seyranê. Heta ku zozan jî germ bûne, li herêmên bejahî jî dar nemane. Ez li vir li ser êgir xwarinê çêdikim lê kar tune ye, gel ji ber germê dernakeve û karê me sekiniye. Em nikarin pereyê karkeran jî bidin, gelê herêmê jî ji ber germê direve diçe rojavayê Tirkiyeyê. Bila daran biçînin da ku li navçeya me jî jiyan hebe, bila vê darbirînê bidin sekinandin." 
 
'RAYEDARÊN DEWLETÊ ÇAVÊN XWE DIGIRIN'
 
Ji welatiyan Huseyin Kacan jî bertek nîşanî çêkirina bendavan da û got: "Em li dijî çêkirina bendavan in. Cizîr ne ev qasî germ bû, hêniktir bû. Ji ber çêkirina bendavan ev qasî germ bû. Ez ji Qilebanê me, darên herêmê hemû birîne û dibin. Ji vir heta Amedê dar birîn heye. Çima darên Boluyê nayên birîn? Çimkî ew der ne Kurdistan e. Pirsgirêk pir in lê şîrove tune ye, em nikarin biaxivîn. Rayedarên dewletê jî ji vê talanê re çavên xwe digirin."
 
'DARBIRÎNÊ BIDIN SEKINANDIN'
 
Ji welatiyan Alî Başkurt jî bal kişand ser qirkirina xwezaya herêmê û ev tişt gotin: "Îsal ji salên borî pir germtir e. Îsal ne baran barî û ne jî berf barî. Ji ber ku hewa pir germ e em klîmayê didin xebitandin. Ew jî fatûrayê ceyranê pir zêde tê. Darbirîn heye, agir berdidin daristanên me ji ber wê ev qas germ e. Li aliyekî daran dibirin û li aliyê din jî bendavan çêdikin. Emrê min mezin e, ji ber ku hewa pir germ e nikarim derkevim derve. Nexweşiya dil bi min re heye, ez nikarim derkevim. Qet nebe bila bihayê fatûrayên ceyranê erzan bikin. Bangawaziya me ew e ku darbirînê bidin sekinandin. Bila bes darên me bibirin, li cihê darên ku hatine birîn jî bila daran biçînin." 
 
'KOLAN VALA NE'
 
Sezen Cagirga jî got:" Heke em neçar nebin em ji malê dernakevin. Ji ber germê em nikarin derkevin. Cizîr her sal germ e, lê îsal pir germ e. Kolan hemû vala ne, heke karê kesekî nebe dernakeve. Îsal çavkaniyên avê kêm bûne, dar tên birin. Heke darbirîn nebûya hewa jî ev qas germ nedibû, çavkaniyên avê kêm nedibûn."
 
Ji welatiyan Huseyin Kaplan jî nêrazîbûna xwe ya li hemberî qirkirina xwezaya herêmê anî ziman û got ku heke ku li ser xwezaya wan a herêmê mudexele nebûya îro wê ev qas li ber germê li ber xwe nedana. 
 
'REWŞA HEWAYÎ DIGUHERE'
 
Ji dayikan Vetha Damarê jî da zanîn ku ew hatiye vî emrê xwe heta niha wê germeke wiha neditiye û ev tişt anîn zimên: "Berê wisa ne germ bû, berê bi qasî bejna min berf dibariya. Lêbelê van salan berf nabare û germ jî pir zêde bûye, erd zuwa ye. Mal beton in, erd beton e ji ber wê jî hewa guheriye." 
 
BI 5 HEZAR LÎREYAN DEBARA XWE DIKE 8 HEZAR FATURAYA CEYRANÊ DIDE
 
Emine Aslanoglûyê jî bertek nîşanî qirkirina xwezaya herêmê da û ev tişt gotin: "Ev 28 sal in ez li vir dijîm, cara ewil e ez germeke wiha dibînim. Ceyran biha ye, xelk nikare klîmayên xwe veke. Aramî ji me re nemaye. 4 zarokên min hene, em nikarîn ji ber germê razên. Heta çend roj beriya niha jî 8 hezar TL me fatûrayê ceyranê razandine. Bi 5 hezar lîreyan ez debara xwe dikim, ez ê çawa faturayê bidim? Niha bi çêkirina santralên termîk, bendav û birîna daran xwezaya me xerab kirin. Heke ku santralên termîk nebin, darbirîn nebe guhertina avhewayê jî çênabe."
 
'DIXWAZIN BIÇIN GUNDÊ XWE'
 
Ji jinan Ayşe Ertenê jî îşaret bi talana li ser xwezaya herêmê kir û got: "Darên me dibirin û her tiştî tînin serê me. Cizîr berê ne wisa germ bû. Em nikarin fatûraya ceyrana xwe bidin. Ez bi 3'ê hezaran debara malê dikim û 7 hezar fatûraya ceyranê didim. Germ e, em nexweş in, bê klîma nikarîn bijîn. Roja li Cizîrê bûye havîn, ez nû bi biroj li Cizîrê derdikevim derve. Pêwistiya me nebe em dernakevîn derve. Gundên me talan kirin, xwezaya me tune kirin. Her kes jî bêdeng e. Em dixwazîn ku gundên me ava bibin, em biçin gundê xwe, darên me nebirin. Xwedê heqê me li erdê nehêle." 
 
MA / Emrullah Acar-Zeynep Dûrgût

Sernavên din

20/07/2025
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin