ENQERE - DEM Partî dê gelaleya têkildarî komîsyona tê payîn îro li Meclisê were avakirin, îro pêşkeş bike. Di gelaleyê de gelek pêşniyar hene.
Tê payin ku îro di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de li Meclisê komîsyon were avakirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî dê gelaleya xwe ya têkildarî komîsyonê îro saet di 16.00’ê de pêşkeşî Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bike. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî dê metnê pêşkeş bikin.
PÊŞNIYARA KU BI YASAYÊ WERE AVAKIRIN
Li gorî agahiyan; DEM Partî dê dîsa pêşniyar bike ku komîsyon bi yasayekê were avakirin. Di gelaleyê de tê pêşniyarkirin ku komîsyon herî kêm ji 35 kesan pêk bê û nûnerên partiyên komên wan ne li Meclisê jî tê de cih bigirin. Her wiha hat xwestin ku komîsyon xwedî karekterekî piranîparêz be. Hat xwestin ku di komîsyonê de biryar bi awayekî hevpar bên dayin û bi temînatên hiqûqî xwe ava bike.
Têkildarî rojevên komîsyonê jî pêşniyar hatin kirin. Hat diyarkirin ku di Qanûna Înfazkirina Cezayê û di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de divê ji ewil yasayên rê li ber encamên neyînî vedikin bên nirxandin û guherandin. Her wiha hate pêşniyarkirin ku xwe bigihînin rêxistinên jinan, ên kedê û pîşeyî û derdorên cuda yên civakî. Hat gotin ku guhdarîkirina li pêşniyar û gotinên derdorên behsa xeberê dê ji bo pêvajoyê bitenduristtir be.
DÊ ÇI NAV LI KOMÎSYONÊ BÊ KIRIN?
DEM Partî dê qebûl neke ku navê “Tirkiyeya Bêteror” li komîsyonê were kirin. Hate diyarkirin ku Nûman Kurtulmuş û MHP jî di lêkirina vî navî de biisrar nînin û dikare komîsyon bi naveke cuda were avakirin. DEM Partiyê, di gelaleyê de pêşniyar kir ku nav di komîsyonê de were diyarkirin. Tê diyarkirin ku navê komîsyonê di çarçoveya pêşniyara DEM Partiyê de were destnîşankirin. Hat gotin ku partiyên siyasî û rêxistinên din jî tev li vê nêrînê dibin. Di gelaleyê de hate xwestin ku rêgez û esasên xebatê yên komîsyonê jî piştî avakirina komîsyonê ji hêla komîsyonê bi xwe ve bên diyarkirin.
‘DIVÊ LI GORÎ BANGÊ GUNCAV BE’
Têkildarî mijarê me xwe gihand rayedarên DEM Partiyê û gotin ku divê mijara sereke ya komîsyonê, rê û rêbazên çareseriya aştiyane û demokratîk be. Rayedaran, got: “Nabe ku bi têgehên serdema berê û hînbûnên berê nêz bibin. Divê em li gorî feraseta siyasetê ya nû nêz bibin. Weke hûn jî dizanin; birêz Abdullah Ocaaln, sûretê tevahiya siyasetê guherand. Navê komîsyonê jî divê li gorî vê bangê guncav be.”
REWŞA PARTIYÊN DIN
Li hêla din, hat zanîn ku Partiya Yenî Yolê jî dê îro şiklê dawî bide gelaleya xwe û îro teslîm bike. Rayedarekî Partiya Yenî Yolê jî got ku îxtîmalekî mezin ew ê îro radest bikin.
Nehat zanîn ka partiyên din gelaleyên xwe amade kirine yan na.
MA / Mehmet Aslan