NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Arakçi, diyar kir ku heke DYA temînatê nede wan ku êdî êriş li ser Îranê çênabin, ew ê venegerin ser maseya muzakereyan.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, têkildarî hevdîtinên nukeerî yên tê payin di navbera Îran û DYA’yê de dîsa dest pê bikin, ji televîzyona CBS Newsê ya Amerîkayî re axivî. Arakçî, destnîşan kir ku ew ne li bendê ye hevdîtin di demekî nêz de dest pê bikin û wiha got: “Ji bo em biryara muzakereyan bidin, divê ji ewil DYA temînatê bide me ku êrişên leşkerî nake. Dema ev şert û merc pêk hatin jî dê ji bo biryarê pêdiviya me bi demê hebe.”
Arakçî, destnîşan kir ku di şerê li dijî Îsraîlê de welatê wan kapasîteya xwe ya leşkerî nîşan daye û wiha domand: “Heke li dijî me êrişek çêbibe, em ê bersivê bidin.”
Arakçî, ji bo pirsa “Gelo rageşiya heyî ya bi DYA’ê re dikare bi rêyên aştiyane çareser bibe?” jî wiha got: “Deriyên dîplomasiyê tu caran tam nayên girtin. Hûn nikarin bi rêya bombebaranan teknolojî û zanyariya welatekî ya dewlemendkirina nukleerê ji holê rakin. Heta ku ev îradeye bi me re hebe, em dikarin dîsa pêş bikevin. Em dikarin zirarên hatine dayîn bi lez û bez telafî bikin. Bernameya me ya nukleerî ya aştiyane, ji bo me veguheriye meseleyeke rûmeta neteweyî.”
HEVDÎTINÊN NÛ DI ROJEVÊ DE NE
Serokê DYA’yê Donald Trump hefteyek berê got ku dê di hefteya pêş de bi Îranê re dest bi hevdîtinên nukleerê bikin. Qasidê Taybet ê Serokatiya DYA’yê Steve Witkoff piştî vê daxuyaniyê got ku ji bo peymaneke bi rayedarên Îranî re dê danûstandinan bike. Tê payin ku di hevdîtinên nû de ji Îranê were xwestin ku xebatên dewlemendkirina uranyumê bide sekinandin û beramberî vê jî dê mueyîdeyên aborî yên li ser Tehranê bên sivikkirin.