NAVENDA NÛÇEYAN - Civînên bi gel re yên di çarçoveya banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan de hatine destpêkirin di roja duyemîn de li gelek bajaran berdewam kirin.
Civînên gel ên ji bo civakîkirina banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatine destpêkirin, di roja duyemîn de li gelek bajaran berdewam kirin.
WAN
Civîna gel a li Wanê li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Endamê Şandeya Îmraliyê parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, endama MYK’a DEM Partiyê Derya Srslan û endamê PM’a DBP’ê Huseyîn Ozsoy, di civînê de axivîn. Civîna gel, ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.
COLEMÊRG/GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi tevlibûna gelek kesan civîn hat lidarxistin. Endamê MYK’a DEM Partiyê Latîf Çetîn, aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy û Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez di dîwanê de cih girtin. Duşunmez, diyar kir ku divê banga dîrokî rast bê fêmkirin û ji bo vê jî ev xebat dane destpêkirin.
AGIRÎ
Li navenda Agiriyê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Nejla Demîr û endamê MYK’a DBP’ê Mûrat Sarixaç, Hevşedara Agiriyê Hazal Aras û endamên meclisê tev li civînê bûn. Civîn, li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin. Saliha Aydenîzê di civînê de got ku di pêvajoyeke dîrokî de ne û ev tişt anî ziman: “Hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kaosên mezin hene. Îro li Sûriyeyê li dijî Elewiyan komkujiyeke mezin tê kirin. Divê em pergaleke ku hemû cudahiyan qebûl dike ava bikin.”
ERZIROM
Li navenda Erziromê û navçeyên wê yên Xinûs û Tatosê jî bi gel re civîn hatin lidarxistin. Hilbijartiyên DEM Partiyî tev li civînan bûn. Civîn, ji çapemeniyê re girtî hatin lidarxistin.
RIHA
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî civîn hat lidarxistin. Civîn, li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn.
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Omer Ocalan axivî û wiha got: “Di 27’ê Sibatê de bangekî girîng hate kirin. Divê em gotinên birêz Ocalan bi hûr û kûr binirxînin. Em ji bo van pêvajoyan biyanî nînin. Birêz Ocalan gelek caran ji bo aştiyê destê xwe danî bin kevir. Ji bo banga 27’ê Sibatê bigihije armanca xwe, berpirsyartî dikevin ser milê me. Birêz Ocalan dixwaze rol û mîsyona xwe bilîze. Em ji bo xaka Kurdistanê aştiyeke birûmet dixwazin. Barê me giran e lê divê em parve bikin. Gelê Kurd ji bo Rojhilata Navîn modelekê pêşniyar dikin. Di vê modelê de her kes bi ziman û baweriya xwe dijî. Ev proje, projeya birêz Ocalan e. Lewma Banga Aştî û Civaka Demokratîk girîng e. Ji bo avakirina civakeke demokratîk me dest bi vê rêyê kir. Divê em heqîqeta aştiyê li her derê vebêjin.”
Civîn, piştî axaftinan ji çapemeniyê re girtî domiya.
ŞIRNEX
Civîn, li avahiya DEM Partiyê ya Şirnexê bi tevlibûna gelek kesan hat lidarxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê bajar Mehmet Zekî Îrmez tev li civînê bû. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.