NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstê Beluc Cemal Belûc diyar kir ku modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wan re bûye hêvî û got, “Mînaka wan dike ku em xeyalên mezin çêbikin.”
Belûciyên ku welatên wan di navbera Îran, Afganîstan û Pakîstanê de parçe bûne, bi salan e li dijî înkar û asîmîlasyonê ji bo nasnameya xwe têdikoşin. Belûciyan di têkoşîna xwe de Kurdên ku heman qederê parve dikin, weke referanseke xurt dibînin. Bi taybetî modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bûye, ji nêz ve dişopîne.
Li Pakîstanê Belûciyan Tevgera Neteweyî ya Belûc (BNM), Şîrketa Weşanê ya Zrumbesh û beşa mafên mirovan Paank di sala 2004'an de ava kirin. Aktîvîstê mafên mirovan ê Belûcistanê Cemal Belûc ê li Paankê weke koordînatorê çapemeniyê dixebite got, modela ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin ji bo wan çavkaniya îlhamê ye. Belûc diyar kir ku welatê wî weke "erdekî ji aliyê dîrok û çavkaniyan ve dewlemend e, lê xwedî şopên sedan salan e" û wiha got: "Ez ji bo eşkerekirina hovîtiyên li dijî gelê xwe, ji aliyê dewletên ku welatê me dagir kirine ve girêdayî me. Bi rêya Paankê, ez hewl didim windakirinan belge bikim, kuştin û destdirêjiyên ku gelê me her roj pê re rû bi rû dihêlim û her platforma ku dikarim belav bikim bi kar tînim. Ez ne tenê dengek im ; ez zarokek vê têkoşînê me, êş û hêviya miletê xwe di her tiştê xwe de hildigirim.”
JI BO HESABPIRSÎNÊ
Cemal Belûc da zanîn ku weke gel ew têkoşîna man û nemanê dimeşînin û wiha axivî: "Belûc bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Malên me tên şewitandin, dengê me tê birîn, ciwanên me ji aliyê hêzên Pakistan û Îranê ve tên revandin an jî kuştin. Weke Paank têkoşîna me ronîkirina van sûcan û daxwaza edaletê ye. Em bi tenê bi gotinan li ber xwe nadin; em tevgereke ku ji van dewletên zordar hesab bipirsin ava dikin. Ev yek şerekî ji bo mafê me yê hebûnê weke neteweyekê ye ku bêtirs bijîn û mafên xwe ji nû ve bi dest bixin."
BIRÎNEKE BI SÎNORÊN KOLONYAL
Cemal Belûc diyar kir ku têkoşîna parçeyek ji têkoşîna wan a li dijî tesfiyekirina nasnameya wan e û dabeşkirina Belûcên navbera Pakîstan, Îran û Afganîstanê weke "birîneke ku sînorên kolonyalîst derbas dike" pênase kir. Cemal Belûc da xuyakirin ku vê birînê ruhê berxwedanê têk nebiriye û anî ziman ku weke Tevgera Neteweyî ya Belûcewiyan ew tecrûbeyên Belûciyan nîşan didin û ji bilî belgekirina binpêkirinan di medyayê de parve dikin, gelê Belûc birêxistin dikin. Belûc wiha got: "Komên me yên weke Partiya Neteweyî ya Belûc li Gwadarê li ser wê yekê ne ku dengê me yê belavbûyî bigihînin her kesî. Yekitî ne tenê xewn e; hêza me ye.”
Baloch diyar kir ku li her sê herêmên ku Belûc lê dijîn zordarî heye û wiha got: "Zordarî rast e, Pakîstan gundên me dişewitîne, Îran ciwanên me darve dike. Em ji bo nasnameya xwe şer dikin. Li Paankê, ji bo cîhan me ji nedîtî ve neyê, em bi raporên mehane yên ku her wendahî, her cînayetê hûrgulî amade dikin, hişyariyên xwe dikin. Ji bo ku em van agahiyan belav bikin û ziman û çanda xwe têkildar bihêlin em medyayê bi kar tînin. Em çalakî, protesto, semîner, kampanyayên ji bo perwerdekirina ciwanên xwe yên li ser dîrok û zimanê xwe Belûcî organîze dikin û hewl didin wan ji dibistanan biqetînin. Her cara ku em dengê xwe bilind dikin, em tovên berxwedanê li dijî asîmîlasyonê diçînin. Çanda me ne tenê tiştekî ku divê were parastin e; li dijî hewldanên tunekirinê çeka me ye."
'POLÎTÎKAYA ME HEQÎQET Û BERXWEDAN E'
Belûc destnîşan kir ku ew dixwazin talan, windakirinên bi zorê û kuştinên bêdaraz ên li welatên wan tên kirin bên sekinandin û wiha axivî: "Em serxwebûnê dixwazin, piraniya me Belûcistaneke azad xeyal dikin. Weke Paank polîtîkaya me heqîqet û berxwedan e. Em lêpirsîn, belgekirin û eşkerekirina sûcên li dijî me hatine kirin û ji bo zexta navneteweyî li Pakîstanê bikin dixebitin. Em piştgiriyê didin protestoyên aştiyane yên bi pêşengiya Komîteya Yaxtiya Belûcî, lê em jî li ber mafê berxwedanê yê gelê xwe radiwestin. Edalet nexşerêya me ye û heta edalet pêk neyê em ê nesekinin."
'TÊKOŞÎNA KURDAN AGIRÊ KU RÊYA ME RONÎ DIKE YE'
Belûc got ku têkoşîna Kurdan weke têkoşîna xwe pênase dikin û wiha axivî: “Ev agir e ku rêya me ronî dike. Li vê derê jî jinên mîna Mahrang Belûc heman tiştî dikin, meşên pêşengiyê dikin, li dijî zilma Pakîstanê me dikin yek. Têkoşîna jinên Kurd hêviyê dide min. Nîşan dide ku di bin zincîrên herî giran de jî ruhê me dikare azad bibe. Em ji destketiyan dişopînin û hîn dibin, îspat dikin ku yekîtî û wêrekî dikare împaratoriyan bihejîne."
Belûc destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî êrîşan jî jiyaneke awarte hatiye avakirin û wiha got: "Şoreşa jinê, dijwariya wan a li Tirkiyeyê û yên din... Ev derseka sebirê ye. Em vê yekê bi rêya agahiyên navneteweyî, torên aktîvîst û dîasporaya Belûciyan dibihîzin. Ne tenê agahî ye; îlham daye. Em bi xwe şerê xwe dikin, lê mînaka wan me ber bi xeyaleke mezintir ve dehf dide."
'JI BO AZADIYÊ DILÊ ME LÊ DIDE'
Belûc axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xwişk û birayên min ên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana we ji bo me hemûyan çirayek e. We nîşanî cîhanê da ku li dijî zilmê rawestin, hêviya ji êşên mezin ava bikin tê çi wateyê. Em Belûc bi ruh bi we re ne. Têkoşînên me cuda ne, lê dilê me ji bo azadiyê lê dide. Şer berdewam bike; serketinên we jî me bilind dikin. Em xwe li vê rastiyê rabigirin ku ti hêz nikare mirovên serî natewîne bieciqîne. Bi hêz bimînin û bizanibin ku ji çiya û çolan wêdetir, dema em ji bo xwe şer dikin em we li çepikan dixînin."