ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li Meclisê bi nûnerên EMEP’ê re civiyan.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dest bi hevdîtinên bi nûnerên partiyên siyasî re kirin. Heserokên Giştî îro li Meclisê bi nûnerên Partiya Kedê (EMEP) re civiyan.
Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan, parlamenter Sevda Karaca û Îskender Bayhan şande pêşwazî kirin. Piştî silavdayineke demkurt, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.