ENQERE - Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çavê her kesî li gavên dewletê ye. Hat zanîn ku ji bo pêşketina pêvajoyê 10 rojên pêş gelek krîtîk in. Di bernameya Şandeya Îmraliyê de hevdîtina bi Erdogan re jî heye.
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî Şandeya Îmraliyê di 27’ê Sibatê de ragihand, di rojeva sereke ya welêt de ye. Li seranserî cîhanê nîqaş li ser bangê tên kirin û niha jî çavê her kesî li dewletê ye. Îktîdarê û partiyên muxalefetê dibêjin “erênî” nêzî bangê dibin lê tevî ku bi ser bangê re 5 roj derbas bûne jî heta niha tu gav nehatine avêtin.
ŞERT Û MERCÊN OCALAN
Heta niha peyama herî zelal a têkildarî pêvajoya ku hêj nav lê nehatiye kirin, di sersibeha 1’ê Adarê de ji hêla Komîteya Rêveber a PKK’ê ve hate kirin. Hat diyarkirin ku ew ê li gorî banga Ocalan tevbigerin û di vê çarçoveyê de jî agirbest hat ragihandin. Bersiva banga "kongreya xwe bicivînin” hate dayin û hat gotin ku ji bo kongre bi awayekî ewle were birêvebirin û encamek jê were girtin, divê şert û mercên Ocalan bên guherandin.
Demekî dirêje yek ji mijarên di rojevê de jî başkirina şert û mercên Abdullah Ocalan e ku bikare bixebite. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku got “Ji destpêkê heta dawiyê tevahiya banga Ocalan gelek biqîmet û girîng e”, di heman demê de yek bi yek li hemû endamên Şandeya Îmraliyê geriya û spasî kir. Bahçelî, di 22’yê Cotmehê di koma Meclisê ya partiya xwe de qala “mafê hêviyê” kir. Bi ser vê bangê re meh derbas bûn lê hêj jî di vê mijarê de tu gavên şênber nehatine avêtin.
Serokîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku di Şandeya Îmraliyê de cih digire, got: “Hat gotin ku divê ji vir û şûnde rêya Îmraliyê vekirî bin.” Lê nayê zanîn ku dê di pêvajoya pêş de tenê şande biçe Îmraliyê yan dê parêzer, malbat, rojnameger, rewşenbîr û siyasetmedar jî biçin an na.
PÊVAJO ÇAWA TÊ PÊNASEKIRIN?
Cihê mereqê ye ka Abdullah Ocalan pêvajoyê çawa dibîne û pênase dike. Her çende medyaya îktîdarê pênaseyên weke “pêvajoya çareseriyê”, “pêvajoya muzakereyan” û “pêvajoya nû ya çareseriyê” pênase bike jî, hemû alî nîşan didin ku ev pêvajo naşibe pêvajoyên beriya niha. Gelo Abdullah Ocalan ku navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” li banga xwe kir, ji bo navê pêvajoyê çi dibêje?
Li gorî agahiyên li ber dest, Ocalan pêvajoyê bi berfirehî digire dest û hem geşedanên li herêmê hem jî yên li cîhanê dixwîne û şîrove dike. Heke geşedanên piştî bangê di asta tê xwestin de bibin, dê pêvajoyeke nû dest pê bike û di çarçoveya guherîn-veguherînê de ev pêvajo dê hemû civakê di nav xwe de bihewîne. Tê gotin ku dibe ku di çarçoveya navê Ocalan de navê “Pêvajoya avakirina civaka demokratîk” li pêvajoyê were kirin. Tê gotin ku ji bo vê pêvajoyê dê navê herî guncav bibe “Avakirina civaka demokratîk.” Siyaseta Kurd di heman demê de vê pêvajoyê weke “pêvajoya têkoşîneê” dibîne û amadekariyên xwe li gorî vê dike. DEM Partî û hemû pêkhateyên wê ku biryar dan pêvajoyê ji gel re bibin, dê li zêdetirî 100 navendan bi gel re civînan li dar bixin. Di van hevdîtinan de dê pêvajo û geşedan bên vegotin û li rexne û pêşniyarên civakê bên guhdarîkirin.
DORA DEWLETÊ YE!
Piştî banga dîrokî, ji bo “sererastkirinên qanûnî û hiqûqî” çavê her kesî li îktîdar û dewletê ye. Pêvajoyên bi vî rengî heta niha bi mekanîka derbeyê yên xistin meriyetê her tim têk çûn. Lewma jî tê gotin ku gelek girîng e di vê pêvajoya nû de ku weke dîrokî tê pênasekirin, bilezûbez gav bên avêtin. Weke gava ewil, her kes piranî li ser rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û avakirina şert û mercên azadiya fîzîkî. Şandeya DEM Partiyê, hevserokên giştî yên tev li banga li Îmraliyê bûn û tevahiya siyaseta Kurd dixwazin ev gav bilezûbez bê avêtin.
10 ROJÊN KRÎTÎK
Tê gotin ku ji roja banga Abdullah Ocalan ku weke “Banga sedsalê” û “Manîfestoya civaka demokratîk” tê pênasekirin heta niha 10 rojên ewil gelek krîtîk û girîng in. Ji bo ku di nava van 10 rojan de gavên “qanûnî û hiqûqî” bên avêtin, berpirsyartî dikeve ser milê dewlet û îktîdarê. Şandeya Îmraliyê ku hinek bêhtir berfireh bû, dê di vê pêvajoyê de tenê li benda avêtina gavan nesekine, di heman demê de dê di serî de îktîdar bi hemû derdorên siyasî re hevdîtinên xwe bidomîne. Hat ragihandin ku şande dê di çarçoveya hevdîtinan de bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinê bike. Tê gotin ku heke şet û merc bên afirandin, dê Şandeya Îmraliyê biçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinê bike. Di heman demê de tê payin ku şande dîsa bi Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê re û girtiyên siyasî re hevdîtinê bike.
MA / Mehmet Aslan