MÊRSÎN - Nivîskar û siyasetmedarên li Mêrsînê diyar kirin ku gotin û kirinên îktîdarê yên têkildarî çareseriyê hev nagirin û bal kişandin ser têkoşîna civakî.
Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê li bendê ye ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dîrokî bide. Têkildarî dîroka daxuyaniyê heta niha jî tiştekî zelal nîne lê li rexekî tayînkirina qeyûman û li rexa din jî girtin û binçavkirinên di demên dawî de, fikarên têkildarî pêvajoyê mezin dikin.
OKAY: EM Ê TÊBIKOŞIN
Helbestvan Adîl Okay ku li Mêrsînê dijî, diyar kir ku di demeke nîqaşên ser pêvajoyê tên kirin de zextên li ser derdorên muxalîf her ku diçe zêde dibin. Okay, got: “Li rexekî ji bo sekinandina şerê 40 sal in didome weke gav tên avêtin tevdigerin û li rexa din jî qeyûman tayîn dikin. Ne tenê li xaka Kurdan, li her devera welat zextên siyasî zêde dibin. Sînemager, nivîskar, helbestvan û hwd. tên binçavkirin û gelek jê tên girtin. Di bin navê ‘terorê’ de mirov hefsî kirin. Em nakokiyeke wiha dijîn lewma mirov wateyê nade pêvajoyê. Bêguman em li dijî vê têdikoşin. Nexwe dê her der hêj bêhtir tarî bibe.”
'GOTIN Û KIRINÊN WAN HEV NAGIRIN’
Ji rêveberên Komeleya Hewldana 78’iyan Fîgen Kandemîr jî wiha got: “Heke pêvajoyeke nû dest pê bike, wê demê bêhiqûqî çima ewqas zêde dibe? Li gorî min hikûmet vê pêvajoyê naxwaze. Di fitrata îktîdara ku hiqûq, edalet, kedê tune dihesibîne de jî ev heye. Di vê pêvajoyê de diyarkirina namzetê serokkomariyê bûye rojeva sere ya partiya muxalefeta sereke. Ev jî dike ku berteka gel neyê dîtin. Weke kesên bi ked, edalet, aştiyê re em ê her tim li qadan li gel hev bin û mil bidin milê hev. Her ku diçe em mezin dibin û di wê baweriyê de me ev têkoşîn veguhêze kolanan.”
Ji rêveberên Rêxistina DEM Partiyê yê Mêrsînê Îhsan Derînoz jî anî ziman ku di navbera gotin û kirinên îktîdarê de nakokî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî her tiştekî jî em ê her tim li gel aştî, azadî û xwişk-biratiyê bin. Ez Tirkekî ji Nîgdeyê me lê em li gel wê ne ku Kurd, Ereb û hemû netewên vî welatî bi hev re û bi biratî bijî. Em bawerin ku dê hemû astengiyên li pêşiya vê biratiyê bên rakirin. Aştî, bi inyeta baş dibe. Astengkirina aştiyê jî nebaş e, inyeteke xerab e.”