‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite

  • rojane
  • 09:02 23 Sibat 2025
  • |
img
RIHA – Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç têkildarî daxuyaniya bi vîdeo ya ku tê payîn Abdullah Ocalan bide got ku di mevzûatê de nîn e. Lê mevzûatên ku behsa wan tê kirin bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê di meriyetê de nîn in.
 
Di 20’ê Sibatê de Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bersiv da pirsa ka dê daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi vîdeoyan were qeydkirin an na, Wezîr Tûnç got, "Di mewzûata me de, mehkûmekî ku bi vîdeoyekê xîtabî gel dike, nîne. Pêwîste têgihiştinên şaş ji holê bên rakirin." 
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan duh bersiv da gotinên Wezîr Tûnç. Bakirhan da xuyakirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe amade dike li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê daxuyaniyeke ‘dîrokî’ bide û got, "Ji bo pirsgirêka sedsalî wê bangeke hêja bê kirin. Dema ku bang were kirin tu mevzuatê tê bîra we? Ez bang li wezîr dikim ku bila cidî be.”
 
MA LI ÎMRALIYÊ MEVZÛAT HEYE? 
 
Daxuyaniya ‘mevzûatê’ ya Wezîr Tûnç, binpêkirinên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, anî rojevê. Rêberê PKK'ê Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve bi Komployeke Navneteweyî anîn Tirkiyeyê û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Girtiyên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji 16-17'ê Adara 2015'an ve li Girtîgeha Îmraliyê ne. 
 
HEMÛ MAF TÊN BINPÊKIRIN 
 
Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di hucreyên yek kesî de tên ragirtin, bi salan e bi hincetên cuda hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re tê astengkirin. Ev astengî bi ‘cezayên dîsîplînê" mafdar in. Di navbera salên 2021-2024'an de herî kêm 8 caran cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hate birîn. Bi hinceta van cezayan pêşî li serdanên malbatan hate girtin. Sedemên pêkanînên dîsîplînê û hejmarên dozê tevî hemû serlêdanên hatine kirin bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî di meha Cotmehê de ji parêzerên serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dane re hat ragihandin ku di 16'ê Cotmeha 2024'an de ji bo Abdullah Ocalan 'cezayê dîsîplînê' yê nû yê 3 mehan hatiye dayîn. Der barê sedema ‘cezakirina’ navborî de ti agahî nehatin parvekirin.
 
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve Abdullah Ocalan tenê di navbera Gulan û Tebaxa 2019'an de tênê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina herî dawî  di 7 'ê Tebaxa 2019'an de pêk hat. Dîsa ji sala 2014 'an û vir ve tenê 6 hevdîtinên malbatan pêk hatin. Abdullah Ocalan herî dawî di 23’ê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de Ocalan got ku tecrîd hê jî dewam dike.
 
Ji bilî hevdîtinên malbat û parêzeran, mafên ragihandinê yên girtiyên li Îmraliyê jî tên xespkirin. Her girtiyekî ku cezayê muebbetê yê girankirî digire, mafê wan heye ku mehê du caran 10 deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivin. Lê belê ev maf ji bo girtiyên li Îmraliyê derbas nabe. Heta îro, Ocalan tenê 2 caran (di 27ê Nîsana 2020’an û 25ê Adara 2021’an de) bi telefonê hevdîtin pêk anî. Telefona dawî ya bi dîroka 25 'ê Adara 2021'ê, di demeke gelekî kurt de hat qutkirin. 
 
'MAFÊ HÊVIYÊ ' NAYÊ PÊKANÎN
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de biryar da ku cezayê muebbetê yê giranê li Abdullah Ocalan hatiye birîn, bêyî mafê serbestiya bi şert (mafê hêviyê) hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya navbera 17-19 'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’yê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst werin girtin, naxwe wê di îlona 2025'an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara 'îxlalkirinê' û hişyariyan jî hê ti gav nehatiye avêtin. 
 
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di 22 'ê Cotmehê de di civîna komê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir û bi şertê ‘tasfiyekirina rêxistinê’ ji bo 'mafê hêviyê' ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê got, "tedbîrên pêwîst bigire" destnîşan kir.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê her hefte bi daxwaza hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Lê belê tevî vê yekê jî serlêdanên parêzeran nayên bersivandin. 
 
MA / Emrullah Acar
 

Sernavên din

14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da