Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe

  • rojane
  • 12:51 23 Sibat 2025
  • |

STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê bi banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nexşerê diyar bibe û wiha got: “Bi vê bangê re dê êdî li ser demokrasî û azadiyan were axaftin. Yên direvin dê winda bikin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li Navenda Pêşangehan a Yahya Kemal Beyatli 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Eywana kongreyê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin û pankartên “Di şer û aştiyê de ciwan li eniyên pêş in”, “Qeyûm dê biçin em ê bimînin”, “Em ê mezin li ber xwe bidin mezin bi ser kevin”, “Em ê sala 2025’an bikin sala azadiyê”, “Me bi ciwanî dest pê kir dê bi ciwanî bi ser kevin”, “Em ê birêxistinkirî li ber xwe bidin û dawî li kedxwariyê bînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo jiyaneke demokratîk wekhevî edalet azadî” û “Bi pêşengîya jinên ciwan” hatin daliqandin. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û bi hezaran welatî tev li kongreyê bûn. Bi sedan jinên bi cilûbergên xwe yê Kurdî li xwe kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî”  têketin eywanê. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Wanê” “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Axaftina destpêkê ji hêla Hevserokên Bajar Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz ve hate kirin. Piştre jî deqeyek rêz hate girtin. Kongre, bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir. Piştre sînevîzyonek hate pêşandan. 
 
‘AKP DI RÊYA XELET DE YE’
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û spasiya beşdaran kir. Bakirhan, bi domdarî hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Bakirhan, got ku Tirkiye û herêmê di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Di vê serdemê de hemû welat polîtîkayên xwe li ber çavan derbas dikin û nû teşe didin wan lê mixabin îktîdara AKP-MHP’ê dîsa di rêya xelet de ye. Hêj jî li pey înkar û tunekirina sedsal in tê domandin in. Qeyûman tayîn dikin, kedkaran derb dikin û digirin, der heqê hevşardaran de dozan vedikin, darazê weke ço li dijî muxalîfan bi kar tînin, her roj jin tên qetilkirin û van komkujiyan rewa nîşan didin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞA SER HDK’Ê DA 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişa ser HDK’ê ku 30 kes hatin girtin û got: “Bi hinceta ‘terorê’ wiha kirin. HDK ev 14 sal in li navenda Stenbolê xebatan dimeşîne. Ma îro hate bîra we ku ‘rêxistina terorê’ ye? HDK bi xebatên xwe xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê re dike. Rêxistina terorê nîne lê jinên Kurd ên bindest e, Elewî ye, karker in, 16 milyon kedkar e... Heke hûn ji kedkarên Esenyurtê bipirsin dê bizanin ka HDK çi ye. Lihevkirina Bajar wele sûc nîşan dane. Heke ji bo pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê xebitî be, divê hûn birêzdarî li ber bitewin. HDK 85 milyon mirovên Tirkiyeyê ye. Xebata ji bo tifaqa Tirk û Kurdan ji kengî ve bûye sûc? Ev lêpirsîn, girtin û çoyê darazê ji bo krîmînalîzekirina saziya herî demokratîk e û em ê destûrê nedin vê. Ez HDK’î me, em HDK’î ne. 
 
Lihevkirina Bajar weke sûc nîşan didin. Anku dibêjin kedkarên Kurd û tirkiyeyî nikarin tifaqê bikin. Nikarin di rêveberiyên herêmî de bibin îktîdar. Ma karê dozgerekî ev e? Ma dê dozger biryarê bide ka em ê bi kê re tifaqê bikin? Heke hêza wî têr bike bila bi îktîdarê re li Esenyurtê namzetiya xwe deyne. Dev ji tunehesibandina vîna gel berdin. Ev gel dê xwe birêve bibe û sibe Stenbol û Enqere û gelek bajarên din birêve bibe. 
 
DEV JI DIJMINATIYÊ BERDIN
 
Birêz Erdogan heke haya te jê nebe ez dîsa bibêjim; em 3’yemîn mezintirîn zemîna Tirkiyeyê ne. Di siyasetê de tu hesab bêyî me rast dernakevin. Ev astengî dê li pêşiya biratiya Tirk û Kurdan nebin astengî. Tevî hemû êrişan jî em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Li Sûriyeyê tifaqên nû ava dibin. Her welat mecbûr e cihê xwe diyar bike. Lê ev zîhniyeta înkarger nahêla Sûriye xwe komî ser hev bike. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuyê bi dest nexe her tiştekî dike. Erê baş e me fêm kir tu li Wan û Colemêrgê îradeya Kurdan qebûl nakî, tu çi ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazî? Tu çi ji Kurd, Elewî, Çerkes, Ermen û Êzidiyên li wir dixwazî? Xelk dixwaze li wir ser zemîneke demokratîk bijî. Dev ji vê dijminatiyê berdin. Bihêlin bila gelên Sûriyeyê biryara pêşeroja xwe bidin. Hûn çima bi destê çeteyên SMO’yê êrişî Tişrînê dikin. Ji bo Kurd statuyê bi dest nexin bi rejîma Sûriyeyê re pêwendiyan datînin. Ya ku dikeve ser milê we, qebûlkirina statuya Kurdan e. Em ji bo aştiyê amade ne lê aqilê van cuda dixebite. 
 
Li Tirkiyeyê ji hêla siyasî ve em pêvajoyeke dîrokî dijîn. Birêz Ocalan dê li Girtîgeha Îmraliyê bangekî dîrokî bike. Di bangê de aborî, edalet, edalet, demokrasî û daraza serbixwe heye. Dê Tirkiyeyeke demokratîk ku zimanê Kurdan nayê qedexekirin, îradeya wan nayê xespkirin, Elewî weke hemwelatiyên wekhev dijîn hebe. Dê nexşerêyek bê diyarkirin. Em girîngiyê didin vê banga dîrokî. Weke DEM Partiyê me ji roja destpêkê ve gotibû ku em piştgiriyê didin vê banga birêz Ocalan. Bangekî dîrokî heye lê hin kes memnûn nînin. Hin dibêjin dê Kurdan bixapînin. Di van sed salan de 30 caran tune hatine hesibandin, hatine qetilkirin, sirgunkirin û bi birçîbûnê rû bi rû hiştine. Heta niha ev gel nehate xapandin lê dê îro were xapandin? Bû sêyemîn mezintirîn zemîna Tirkiyeyê. Mereq nekin em nayên xapandin. Hewce nake hûn şev û rojên xwe bi vê vikarê bijîn. Li şûna vê, piştgiriyê bidin. Bi banga birêz Ocalan re dê ew bendergeha ewlehî û bekayê ku xwe dispêrinê ji holê rabe. Piştî banga birêz Ocalan dê li Tirkiyeyê ser demokrasî û azadiyan were axaftin. Dê eşkere bibe ka kî pê re kî li dij e, kî derewan dike kî rastiyê dibêje. Ev dê diyar bibin. Tekane rê ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Yên ji vê direvin dê winda bikin.” 
 
Piştî axaftinan, rapora fealiyetan hate xwendin. Piştre jî Arîfe Çinar û Çinar Altan ku bi yek lîsteyê ketin hilbijartinê, weke hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 
 
 

Sernavên din

17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome