* Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Şirnexê Ayhan Ergen anî ziman ku Şaredariya AKP'ê ya Şirnexê gefa jikarderxistinê li xebatkarên ku dixwazin derbasî sendîkayên cuda bibin dixwe û li dijî zextan banga yekîtiyê kir.
* Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku gava ewil a pêngava ku TJA daye destpêkirin rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û got: “Eger ji bo ewlehiya pêvajoyê bingeha qanûnî neyê avakirin, gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.”
* Ji Acaxa Qureyşanê Pîr Îsmaîl Alkan diyar kir ku meha Xizirê di elewîtiyê de meheke pîroz e û wiha got: “Baweriya Xizirê tehemulî, hezkirin, bihevrebûn û parvekirin e. Ev, di nav maf, hiqûq û wekheviyê de tê wateya jiyana kolektîf."
* Dengbêj Muhyettin Duymak ku li Botanê lêkolînan dike wiha got: “Dengbêjî bîreke kûr û neynika civakê ye. Ji ber vê yekê divê bê parastin."
* Mala Hunerê ya Jîn Artê dê li dijî serdegirtina polîsan li Mala Hunerê nobetê bigire. (10.00-19.00)
* Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozer ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.50)
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubat Talabanî re hevdîtinê bike. (10.00)
* Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç ku di 1993’yan de li Rihayê hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)
* Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê û zextên tên kirin, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Dê li dijî tayînkirina qeyûm li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bi gel civîn bê lidarxistin. (12.30-15.00) ZINDÎ
* Konseya Bajar a Amedê dê li dijî tayînkirina qeyûman bi dirûşma “Êdî bes e ji tayînkirina qeyûman û êrişên ser hilbijartiyan re” li pêşiya şaredariya bajarê mezin daxuyaniyê bide. (12.30)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ
* HDK, DEM Partî, TJA û DBP dê tundiya polîsan li Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan kirin li Stenbolê protesto bikin. (14.00)