ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-18 09:00:13   * Serokê Şaxa DÎSK'ê ya Şirnexê Ayhan Ergen anî ziman ku Şaredariya AKP'ê ya Şirnexê gefa jikarderxistinê li xebatkarên ku dixwazin derbasî sendîkayên cuda bibin dixwe û li dijî zextan banga yekîtiyê kir.   * Adalet Çîmen Fîdanê anî ziman ku gava ewil a pêngava ku TJA daye destpêkirin rakirina tecrîda li Îmraliyê ye û got: “Eger ji bo ewlehiya pêvajoyê bingeha qanûnî neyê avakirin, gav nayên avêtin. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin.”   * Ji Acaxa Qureyşanê Pîr Îsmaîl Alkan diyar kir ku meha Xizirê di elewîtiyê de meheke pîroz e û wiha got: “Baweriya Xizirê tehemulî, hezkirin, bihevrebûn û parvekirin e. Ev, di nav maf, hiqûq û wekheviyê de tê wateya jiyana kolektîf."   * Dengbêj Muhyettin Duymak ku li Botanê lêkolînan dike wiha got: “Dengbêjî bîreke kûr û neynika civakê ye. Ji ber vê yekê divê bê parastin."   * Mala Hunerê ya Jîn Artê dê li dijî serdegirtina polîsan li Mala Hunerê nobetê bigire. (10.00-19.00)   * Danişîna doza rojnameger Bêrîtan Canozer ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.50)   * Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Qubat Talabanî re hevdîtinê bike. (10.00)   * Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç ku di 1993’yan de li Rihayê hatibû qetilkirin dê li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê û zextên tên kirin, li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (12.00)   * Dê li dijî tayînkirina qeyûm li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bi gel civîn bê lidarxistin. (12.30-15.00) ZINDÎ   * Konseya Bajar a Amedê dê li dijî tayînkirina qeyûman bi dirûşma “Êdî bes e ji tayînkirina qeyûman û êrişên ser hilbijartiyan re” li pêşiya şaredariya bajarê mezin daxuyaniyê bide. (12.30)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ   * HDK, DEM Partî, TJA û DBP dê tundiya polîsan li Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan kirin li Stenbolê protesto bikin. (14.00)