Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengtiya Platforma Gelan a Ewropayê dê li zêdetirî 30 welatan bi beşdariya 700 delegeyan dê di navbera 14-16’ê Sibatê de li paytexta Awûstûryayê Viyanayê bi şîara “Em înîsiyatîfê paşde bigirin” civîn bê lidarxistin.

Li seranserê Ewropayê rewşenbîr, çepgir, sosyalîst û aktîvîstên ekolojiyê wê bi şîara ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ 14-16’ê Sibatê di çarçoveya ‘Platforma Gelan a Ewropayê’ de li paytexta Awûstûrya Viyanayê bên ba hev. Bi banga Akademiya Modernîteya Demokratîk (ADM) nêzî salekê ye kar û xebatên amadekariyê, didomin. Ji zêdeyî 30 welatên Ewropayê, wê ji zêdeyî 160 rêxistin, kom, tevger, tor û komeleyan 700 delege beşdar bibin.
 
Bi ADM’ê re jin, ciwan û rêxistinên dijberê sîstemê di nava xebatên amadekariyên de cih digirin. Platform wê di demeke ku sîstema kapîtalîst bi êrişên xwe rêxistinkirina civakî lewaz kirî de, ji bo li dijî vê nîqaşeke stratejîk bimeşîne wê bi şîara ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ bê lidarxistin.
 
JI ZÊDEYÎ 30 WELATAN 160 RÊXISTIN Û 700 DELEGE
 
Wê ji Awûstûrya, Îtalya, Slovenya, Welatê Bask, Katalonya, Îrlanda, Yewnanistan, Qibris, Fransa, Îskoçya, Fînlandiya, Swîsre, Slovakya, Bosna Hersek, Romanya, Bakurê Makedonya, Portekîz, Sirbistan, Macaristan, Arnavutluk, Danîmarka, Belçîka, Swêd, Hollanda, Spanya, Îngilistan, Elmanya, Tirkiye û Kurdistanê beşdarbûn çêbibe. Qasî 3 rojan wê li 9 atolyeyan nîqaş bên kirin. Di van nîqaşan de tê armanckirin ku perspektîfek were avakirin ku li Ewropayê gel li ser esasê wê xwe rêxistin bikin.
 
Di nava 160 rêxistinan de wê ji Îtalyayê delegeyên “Non Una Di Meno” û “Potere al Popolo”, ji Fransayê “Solidaires Union Syindicale” û “Les Soulèvements de la Terre”, ji Welatê Bask “Askapena”, ji Katalonyayê “Endavant OSAN”, ji Spanyayê “Confederación General del Trabajo”, ji Yewnanistanê “Rouvikonas”, ji Bakurê Makedonyayê “Dunja Social Center”, ji Elmanyayê “Interventionistische Linke”, ji Awûstûryayê “Women's International League for Peace and Freedom”, ji Sirbistanê “Partija Radikalne Levice – PRL”, ji Portekîzê “Rede de Apoio Mútuo”, ji Îrlandayê “Slí Eile - Action for a Planet Beyond Capitalism”, ji Kibrisê “Union of Cypriots”, ji torên Navneteweyî “Transnational Institute of Social Ecology (TRISE)”, “Network for an Alternative Quest” û “Jineoloji Europe”, “International League of Peoples Struggle (ILPS)” û “Ronahi - Youth Center” beşdar bibin. Di nava beşdaran de, her wiha wê li ser navê ‘Fridays for Future’ ku li Ewropayê têkoşîna ekolojiyê dimeşîne, wê Greta Thunberg amade be.
 
VEKIRIN Û PANELA ‘EM ÎNÎSIYATÎFÊ PAŞDE BIGIRIN’
 
Platforma Gelan a Ewropayê wê 14’ê Sibatê roja Îniyê, piştî nîvro bi axaftina vekirinê û performansên çandî destpê bike. Piştre wê panela bi navê ‘Em înîsiyatîfê paşde bigirin’ bê lidarxistin. Di panelê de wê profesorê Emerîkî William I. Robinson, ji Serokatiya Weqfa Franz Fanon; Mireille Fanon, fîlozofê Îtalî-Emerîkî Silvia Federici û profesorê Îrlandayî-Meksîkayî John Holloway wê semîneran bidin.
 
XEBATÊN ATOLYEYÊ
 
Wê 9 xebatên atolyeyê bên lidarxistin. Beşdar wê qasî rojekê nîqaşên siyasî, îdeolojîk û rêxistinbûnê bimeşînin.
 
Sernavên mijarên atoloyeyê jî ku rojeva esas a platformê diafirînin, bi vî rengî ne: “Şer û Aştî”, “Antî-faşîzm”, “Berxwedana Ekolojîk”, “Konfederalîzma Jinan a Demokratîk”, “Nasnameya Ciwanan û Berxwedan”, “Avakirina Xweseriyê”, “Aktîvîzm û Rêxistinbûn”, “Têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê” û “Medyaya Demokratîk”.
 
Encamên nîqaşan, wê bi rengê semîneran ji pêkhateyên platformê re were ragihandin. 16’ê Sibatê roja Duşemê jî wê bi sernava “Nexşerêya Platforma Gelan a Ewropayê” planên stratejjiya hevpar, bên nîqaşkirin û biryar bên dayîn.
 
Wê bi rûniştineke taybet, toreke koordînasyonê were avakirin û wê Platforma Gelan a Ewropayê bi dawî bibe.
 
ÎLHAM JI PERSPEKTÎFA ABDULLAH OCALAN A ‘KONFEDERALÎZMA GELAN A DEMOKRATÎK A CÎHANÊ’ HATIYE GIRTIN
 
Ji berdevkên ADM’ê Alî Çîçek diyar kir ku di nava salên dawî de li seranserî Ewropayê çepgir û kesên rewşenbîr, di siyasetê de hîn zêdetir di parastinê de ne û got: “Fikrê platformê di encama nîqaşên me yên li ser esasê perspektîfa mîmarê Modernîteya Demokratîk Abdullah Ocalan a ‘Tevgera Demokrasiyê ya Kûreyî’ pêş ket.” Çîçek, destnîşan kir ku wan ji bo pêkanîna perspektîfa “Konfederalîzma Gelan a Demokratîk a Cîhanê”, bi tevgerên dijberê sîstemê re nîqaş meşandine.
 
WÊ TEVLIBÛNEKE ZÊDE YA JINAN ÇÊBIBE
 
Ji berdevkên Network Women Weaving the Future (Tora Jin Siberojê Dihûnin) Oona Elvers ku di nava xebatên amadekariya platformê de cih digire, diyar kir ku wê tevlibûneke zêde ya jinan hebe.
 
Oona Elvers destnîşan kir ku wê nîviya beşdaran jin bin û mîna xebatên vê yên amadekariyê, wê ev yek di nîqaşên ji bo platformê de jî veguhere tevkariyên girîng.

Sernavên din

13:18 DFG’ê rapora meha Çileyê eşkere kir: Li 42 rojnamegeran lêpirsîn hate destpêkirin
13:08 Li Hezexê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:08 Li dijî mala Babat ê DEM Partiyî êriş hate kirin
12:50 Aydar: Heta Ocalan bi awayekî azad xebatên xwe nemeşîne çareserî pêk nayê
12:31 Meclisa Şaredariya Sêrtê di çalakiya nobetê de civiya
11:30 Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
11:13 Li Amedê ji bo mitînga ‘azadiyê’ bang hate kirin
11:09 ENAG: Enflasyon ji sedî 81 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 42 ye
11:02 Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin