NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna berfê bajarên Serhedê hişyar kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya 24’ê Çileyê weşand. Midûriyetê diyar kir ku li bendê ne li Sêwas, Erzirom, Qers, Meletî û Wanê şilope û berf bibare.
Di heman demê de midûriyetê got ku dê li deverên Şirnex û Îdirê jî car bi car barîn hebin.
Midûriyetê ji ber xetereya aşûtan, cemed û qerisînê xelkê li rojhilatê Herêma Serhedê hişyar kir. Midûriyetê xwest ku welatî tevdîrên xwe bigirin.