STENBOL - Rojnameger Eylem Babayîgît ev 3 roj in binçavkirî ye.
Rojnameger Eylem Babayîgît di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 22’yê Çileyê de hatibû binçavkirin. Babayîgît ev 3 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî ye. Tê payin ku îro îfadeyê bide.
Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglû ku di 17’ê Çileyê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.
Rojnameger ji ber nûçe û bernameyên televîzyonê yên çêkirin hatibûn sûcdarkirin. Her wiha nirxandinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî weke sûc hatibûn hesibandin.