MÊRDÎN - Helbestvan Leyla Saraç li Nisêbînê bi xwînerên xwe re hate gel hev.
Helbestvan Leyla Saraç li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo pirtûka xwe ya helbestan a “Dema tu çûyî” bernameya îmzekirina pirtûkê li dar xist. Bername, li Navenda Çand û Hunerê ya Rengînê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Leyla Saraç, bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Em bi Bavê Teyar re mezin bûn. Em bi henekên wî mezin bûn. Hunera me, rojnamegerên me tên qetilkirin. Em careke din van êrişên bi destê Tirkiyeyê tên kirin şermezar dikin.”
Leyla Saraç piştre jî helbestên xwe xwend.
Herî dawî jî Leyla Saraç ji bo xwîneran, pirtûkên xwe îmze kir.