NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundewarên Minbicê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO'yê çalakiyên bibandor li dar xistine û di çalakiyan de gelek endamên komên paramîlîter hatin kuştin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJ jî li dijî êrişan berxwedaneke mezin raber dike. Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên li ser gundewarên başûrê Minbicê eşkere kir.
HSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên aşkerayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Rojane gundan, qadên niştecihan û binesaziya herêmê dike hedef û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Dewleta Tirk a dagirker duh (roja şemiyê) ji saetên sibehê heya saetên nîvro bi obûsan êrişên li ser pêşiya gundê Xirbe Zemala yê gundewarê Bendava Tişrînê da destpêkirin. Piştre çeteyan êriş li ser gir dan destpêkirin. Şervanên me bersiva êrişan da; hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, çeteyên din jî ji qadê reviyan.
Çeteyan li vê herêmê êrişî nuqteyeke din a şervanên me kirin lê bi berxwedaneke mezin a şervanên me rû bi rû man. Bi qasî hat tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Şer û pevçûn heya saetên destpêkê yên êvarê dewam kir. Dema çeteyan hewl dan cenazeyê kuştiyên xwe rakin, Yekîneyên Şehîd Harûn li 3 kombûnên çeteyan û erebeyên wan ên veguhestina leşkeran û erebeyek din a Pic Up xistin. Li vir jî hin çete hatin kuştin û hin din jî birîndar bûn, lê hejmara zelal nehat bidestxistin.
Li derdora Girê Syriatel Yekîneyên Şehîd Harûn taneke û erebeyek doçka li ser a çeteyan derb kirin. Şervanan 2 çete birîndar kirin. Li eniya Dêr Hafirê jî, çeteyan bi guleyên hawnan li bendekê dan. Di encamê de sivîlek birîndar bûn. Şervanên me bersiva topbaran dan.”