WAN - Ji bo Rojîn Kabaîş ya ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin li Kampusa YYU ya Wanê meş pêk hat. Di meşê de Endama Navenda Mafê jinan a Baroya Wane Medîne Turantaylak axivî û diyar kir ku daxwaza wan eve ku DNA’ya du mêran a li ser Rojîn Kabaîş hatiye dîtin bê tespîtkirin.
Bi pêşengiya Baroya Wanê ji bo Rojîn Kabaîş ya ku winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin li Kampusa YYU ya Wanê meş pêk hat. Rêxistinên pîşeyî yên civaka sivîl û gelek xwendekarên zanîngehê tevli meşê bûn.
Meşê ji Yurda Seyyid Fehim Arvasî destpê kir û bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş jî evli bû. Ankaraa ‘Ji bo Rojîn Kabaîş têkoşîn ji bo jinan têkoşîn’ hat vekirin û dovîzên ‘bibin dengê Rojînê’, ‘Rojîn nemir ha tqetilkirin’, ‘Ji bo Rojînê edalet’ hat hildan. Her wiha dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘rektor îstîfa’, ‘Rêveberî îstîfa’ hatin berzkirin.
Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê Medîne Turantaylak daxuyanî xwend.
Medîne Turantaylak diyar kir ku rayedarên yurda ku Rojîn Kabaîş lê dima, rayedarên zanîngehê û pewyirdarên ewlehiyê yên zanîngehê di bûyerê û neronîkirina bûyerê de berpirsin û got: “Em dixwazin ev jî wek gumanbar dosyayê de cih bigirin. Hewl didin nêrîna ku Rojînê întîxar kiriye biafirînin. Di kanalên nûçeyan de jî ev wisa hatiye parvekirin. Lê me der barê vê de jî lêpirsîn kir. Divê bûyerên ku dawî li jiyana jinan tînin nebin mijara magazînê.”
Medîne Turantaylak diyar kir ku daxwaza wan eve ku DNA’ya du mêran a li ser Rojîn Kabaîş hatiye dîtin bê tespîtkirin û daxuyakirin ku serhildana wan ji bo ronîkirina tarîtiyê gavek e.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî daxuyakirin ji roja ewil de şopdarê pêvajoyê ne û got: “Ji bo em bibind engê Rojînê hatin vir. Rojîn bi guman hat qeitlkirin. Mirina wê bigumane. Biryara sînorkirina li ser dosyayê didome. Divê demildest astengiyên li pêş dosyayê bên rakirin û lêpirsînek bi bandor bê meşandin.”
Piştre bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş axivî û got: “Ez sipasiyên xwe ji bo kesên ku ev meş pêk aniye dikim. Ez mafê xwe li yurdê helal nakim. Xwedî li keça min derneketin. Keça min şevekê naçe yurdê û agahî nadin me. Çawa mereq nekirin. Çawa negotin ka xwendekara min?Hûn nehatin şîna Rojînê, we fatîhayek nexwend. We malbat tune hesiband. Ez helal nakim. Dema Rojîn winda bû hûn li ku derê bûn. Bila kujerên wê bên dîtin û darizandin. Bila cezayên giran bibirin em jî rehet razên.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.