Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?

  • rojane
  • 11:29 10 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Mûrat Karayilan anî ziman ku bi polîtîkayên şer û bi zimanê gefxwarinê aştî nayê kirin û wiha got: “Rêber Apo tercîha gelê Kurd nîşan da. Heke hûn guh nedin vê, biçûk bibînin, jirêzê bibînin û bikevin nav xapandinê û di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin.” 
 
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan têkildarî geşedanên dawî yên li Kurdistanê û herêmê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. 
 
Karayilan, diyar kir ku ew hevdîtinên li Îmraliyê bi baldarî dişopînin û wiha got: “Rêber Apo di van 32 salên dawî de ji bo ku çareseriyeke siyasî-demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd peyda bike, bi her awayî hewl daye hemû derfetan bi berdewamî bi kar bîne.  Niha DEM Partî dê bi çend partiyan re rêzehevdîtinekê pêk bîne. Ev xebateke gelek hêja û binirx e. Me wekî Tevger bi awayekî fermî ragihand ku em ê piştgiriyê bidin pêvajoya ku Rêber Apo dê pêş bixe. Tevger û Partiya me heta hetayê girêdayî Rêber Apo ye û baweriyeke xurt heye. Di vî warî de tu pirsgirêk nîne.”
 
'PIRGIRÊK BI NÊZIKATIYA YEKALÎ ÇARESER NABE’ 
 
Karayilan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi nêzikatiyên yekalî çareser nabe û ev nirxandin kir: “Dema ku mirov girîngiya meseleyê û taybetmendiyên wê yên dîrokî û civakî li ber çavan digire, xuya dibe ku ev pirsgirêk bi nêzîkatiyên yekalî nikare bê çareserkirin. Der barê vê meseleyê de heta niha ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tu nîşaneyên pêvajoyeke nû nînin. Berovajî wê her roj gefên tunekirinê û tundiyê li me dixwin. Ev nakokî ye. Em ji van geşedanan fam dikin ku rayedarên dewletê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hin hevdîtinan pêk tîne, lê belê dewlet heta niha nêzîkatiyeke xwedîlêderketinê nîşan nedaye. Divê bê zanîn ku hewldanên Rêber Apo yên ji bo xweşk-biratiya Tirk-Kurdan yên di vê pêvajoya dîrokî de, ne hewldanên ji rêzê ne, hewldanên dîrokî ne. Ev yek ji bo siberoj û berjewendiyên hemû civaka Tirkiyeyê gelek girîng e. Divê ev hewldanên girîng bê bersiv nemînin. Heta niha tu bersiveke fermî nehatiye dayîn.  Bersiveke erênî li aliyekî tew kiryarên wan dibin sedema metirsiyên cidî.” 
 
Karayilan, nirxandinên der heqê Abdullah Ocalan de li ser çapemeniyê cih digirin weke “zimanê şerê taybet” nirxand û wiha got: “Di çapemeniya azad de hin nivîskar, ji bo uslûba çapemeniya Tirk pênaseya ‘zimanê jehrî’ bi kar anîn. Zimanê çapameniya heyî û bi taybetî jî zimanê organên çapemeniyê yên girêdayî AKP’ê weşanê dikin, ne tenê zimanekî jehrî bikar tînin, di heman demê de zimanekî provokatîf e. Helwest û meylek mîna ku hewldanên çareseriyê bêwate dike, tine dike û li cihê çareseriyê şer dixwaze, nîşan dide. Weke ku gelek caran hatiye gotin, ev ziman zimanekî tund e ku dijminatiyê dike, xweşk-biratiya Kurdan û aştiya navxweyî xurt nake. Têgînên weke 'serkêşê terorîst, kujerê pitikan' ku hê ji bo Rêbertiya me bi kar tînin, ne tenê zimanê provokasyonê ye; di rastiyê de li hemberî îradeya gelê me bêhurmetiyek tê kirin. Li hemberî mirovekî ku gelê Kurd weke Rêberê xwe qebûl dike û pêbawer dike, pênaseyên bi vî rengî kirin, bêhurmetî û heqareta li îrada gelê Kurd e. Eger Rêber Apo ne weke şexsek, lê rêbertiyeke ku temsîla gelê qedîm dike be, hingî her nêzîkatiya li hember Rêber Apo tê pêşxistin, nêzîkatiyeke li hemberî gelê me ye. Ji ber vê yekê, helwesta dûrxistina Rêbertî yan jî tevgerê û gelê Kurd ji hev, polîtîkaya şerê taybet e, zimanekî şerê taybet e.”
 
'DIVÊ USLÛBÊ XWE BIGUHERÎNIN’
 
Bi domdarî Karayilan gotinên hinek dezgehên çapemeniyê û rayedarên hikûmetê yên weke “PKK zeîf bûye” û “PKK di rewşeke zehmet de ye” jî nirxand û wiha got: “Eger weke ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê di pêvajoyek zehmet de dijî, an jî mîna ku dibêjin tevgera me bêbandor kirine, wê demê hewcehî bi tiştek wiha nedikir. Di rewşek wiha de wê neçûbana deriyê Rêber Apo nexistibana. Eşkere ye ku têkoşîna me xwedî hêz û îrade ye û di pirsgirêka ku dê siberoja Tirkiyeyê diyar bike de rewşeke atorê sereke ye. Ji bo vê jî tê xwestin ku rê li ber hin pêşketinan veke, lê uslûb, ziman û nêzîkatiya ku tê raberkirin berovajî ye. Bi vî zimanî û nêzîkatiyê ti pêvajo bipêş nakeve. Ji ber vê yekê divê vê uslûbê biguherînin. Eger di vê mijarê de di nêzîkatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd de jidil bin û weke ku dibêjin derdê wan xweşk-biratî û aştiya navxweyî be, ne di gotin de be divê ewil zimanê xwe yê şer û helwesta xwe biguherînin. Li ku derê hatiye dîtin ku aştî bi şer û gefan pêk tê?”
 
'DIVÊ BAWERIYÊ BIDIN, GAVÊN PRATÎKÎ BIAVÊJIN’ 
 
Karayilan, got ku “pirsgirêka baweriyê” ya Kurdan bi Tirkiyeyê re heye û wiha pê de çû: “Ewil pêdivî bi tedbîrên xurtkirina baweriyê heye. Divê dewlet pêşî bi helwest û zimanê xwe bawerî bide û piştre jî gavên pratîk bavêje. Tecrîda li ser Rêber Apo hê ranebûye, êrîşên li qada leşkerî dewam dikin, bi rojane êrîşên hewayî dewam dikin, zext û girtinên li hemberî gelê me dewam dikin. Li gorî agahiyên herî dawî di çapemeniyê de wiha hate gotin: 65 kes hatine binçavkirin û polîtîkaya zextê ya faşîzan didome. Li Rojava rewşeke şer heye û ev helwest bi israr tê dewamkirin. Bi gotineke din, di polîtîkaya tundî û tinekirinê de guhertineke herî biçûk jî nîne. Mînak; Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş ên li girtîgehan li ber mirinê ne û girtiyên temenê wan mezin, ev çend car in xist rojevê. Ev tiştekî wiha ye ku dibe ku li her welatî û bi awayekî asayî pêk were, lê li eniya AKP'ê deng nîn e, guhên wan girtî ne. Ma qey niyet û nêzîkatiya çareseriyê bi vî rengî dibe? Eşkere ye ku li eniya AKP'ê tiştekî bi vî rengî nîne.”
 
Karayilan, ji bo pirsa “Gelo îradeya çareseriyê ya MHP’ê ji ya AKP’ê xurtir e?” jî ev bersiv da: “Ji niha ve ji rastgiran heya çepgiran, piraniya siyaseta Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka Kurd girêdayî çareseriya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî diyarkirin, dibîne. Li gorî çavdêriyên me tevî nêzîkatiyên newêrek û helwestên kêm jî beyanên piştevaniyê ya ji bo pêvajoyê çêbûn. Lê belê li hemberî vê aliyê ku bi awayekî eşkere helwesta xwe nîşan nade, dev ji zimanê şer tundiyê bernade û pratîkên şer didomîne Tayyîp Erdogan û AKP’ê ye. Rewşa heyî wisa dixuye. Hê jî ne rastiyan, serî li taktîkên şerê taybet û zimanê şerê taybet dide. Ji bo rewşeke çareseriyê divê rastiyan bibînin. Divê dev ji vî zimanê şerê taybet, helwest û pratîkên xwe berdin."
 
'EV ÇI ÇARESERÎ YE?’
 
Karayilan, wiha got: “Bi gotinên nerast hewlên berovajikirina pêvajoyê hene. Mînak dibêjin; ‘Di nava Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd nemaye, lê belê divê pirsgirêka Kurd ya derve ku armanc dike Tirkiyeyê perçe bike, were çareserkirin.’ Ev yek zimanê hewldanên afirandina têgihiştinekê ye ku vê yekê li gorî polîtîkayên xwe dikin. Dibêjin; ‘Pirsgirêka Kurd hebû, lê belê me çareser kir.’ We çawa çareser kir? A niha nêzîkî 10 hezar siyasetmedar di girtîgehan de ne. Her roj bombebaran pêk tên, her roj balafirên şer dixebitin û her roj şer heye. Ev çareseriyeke çawa ye? Ma bi qirkirinan, tundiyê û kuştinan pirsgirêkeke civakî dikare were çareserkirin? Eşkere ye ku nayê çareserkirin.” 
 
BERSIV DA GOTINÊN ERDOGAN
 
Ji bo gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “An dê dev ji çekan berdin an jî dê tevî çekên xwe bên binaxkirin” jî Karayilan ev tişt anî ziman: “Tayyîp Erdogan dibêje, ‘An wê çekê xwe danin an jî wê tevî çekên xwe binax bibin.’ Başe wê demê ma qey wê pirsa ‘eger hêza we heye ku hûn wan tevî çekên wan binax bikin, çima heta niha we nekir’ nepirsin? Di serî de Recep Tayyîp Erdogan divê gelek bawerî nede raporên fîşal ên jê re tên ragihandin û divê bizanibe ku, em komke ji mirovên bi şeref û birûmet in ku ji bo doza ku em jê bawer dikin, dikarin bê dudilî her fedekariyê bikin. Em weke Apo’yiyan ti carî serî li ber ti gefekê netewînin û em ê ti carî serî netewînin. Lê belê eger hewldanên bi nirx ên dîrokî yên Serok Apo bi awayekî rast bê pêşwazîkirin, em ê jî amade bin ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin.”
 
PROJEYA ABDULLAH OCALAN
 
Karayilan, da zanîn ku di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de Kurd jî dê cihê xwe bigirin û wiha got: “Helbet êdî divê Kurd jî di nava vê ji nû ve dîzaynkirinê de cih bigirin. Ji xwe pêşketinên girîng di vê xalê de tê jiyîn. Çawa ku li herêmê gelên bingehîn hene, yek ji wan gelên qedîm gelê Kurd e. Diyar e, gelê Kurd bi pêşketina ku di salên dawî de bi dest xist û asta ku di asta neteweyî û navneteweyî de wergirtiye, wê di jinûve dîzaynkirina herêmê de teqez hebe. Dewleta Tirk ji vê yekê gelekî bi fikar e. Sedema bingehîn a tirsê ev e, lê di vê mijarê de eksana din dixwaze li ser Rêber Apo vê pêvajoyê bipêş bixe. Rêbertî dixwaze li ser bingeha wekhevî û yekîtiya gelên Kurd û Tirk pêvajoyeke çareseriyê bi pêş bixe. Ev projeyek e ku wê tirs û fikarên hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê sivik bike. Lê belê, li şûna ku bersivê bidin vê, radibin û serî li gefxwarinê û rêbazên cuda ên sebotekirinê didin. Divê li ser vê yekê bifikirin.” 
 
'PKK NE PIRSGIRÊK E’
 
Karayilan, bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: “Di pirsgirêka Kurd de Rojava pencereyekê cuda ye. Li wir rewşekê şoreşî ya ku li raya gişti ya navnetewî re bûye mal heye. Her tim dibêjin PKK-PYD-YPG, lê ev jî zimanê şerê taybet e. Li wir wekî ku dibêjin PKK ne pirsgirêk e. Li wir rewşa 'PKK'ê kirina pirsgirêk' heye. Nexwe PKK çûye wir, şer kiriye, nêzî 2000 şehîd daye, gelek birîndar haye û piştre ji wir derketiye. Di rewşa heyî de hin birîndar, gazî û mirovên wê li wir hebin, ev nayê wê wateyê ku PKK li wir e. Qet guman tuneye ku gotinên bi vî rengî ji bo dewleta Tirk wir bike hedef tê gotin. Li wir Kurd hene, Ereb hene, Asûrî-Suryanî, Ermenî hene. Artêşa wan a ku bi hev re çêkirine heye: rêveberiya wan hevpar heye, pergalekê demokratîk heye. Li wir avakirina pergalekê ku xwe disperê azadiya jinê û ekolojiyê heye. Dewleta Tirk ji vê gelek aciz e û dixwaze tune bike. Jixwe eşkere îlan dike ku wê tune bike.” 
 
'PLANA TIRKIYEYÊ LI TIŞRÎNÊ XITIMÎ’
 
Karayilan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di esasê xwe de li gorî bernameya 27'ê Mijdarê hêzên HTŞ'ê wê Helebê bigirin û ji wir ber bi Hamayê ve biçin. Ev hêzên SMO'yê ku dewleta Tirk birêxistin kiriye jî wê Til Rifat, Minbîc û pey re jî Kobanê, Tebka, Reqa, Dêrazor, Qamişlo, yanî herêmên xweser ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tesfîye bikira. HTŞ’ê xwe gihand Şamê, lê ev hêza ku jê re dibêjin SMO jî hat li Qaraqozax û Tişrînê eliqî ma.
 
Kesekî ku pêla frenê dike nîne. Bala xwe bidin hêzên navneteweî êrîşa artêşa Tirk erê nekirin. Lê bi artêşa paravan a ku hatiye birêxistin kirin re xwestin vî şerî bimeşînin û qadên rêveberiya xweser tesfîye bikin. Di vê mijarê de plana dewleta Tirk li Qaraqozax û Tişrînê xitimî, lê bi çûyîna HTŞ'ê ya li Şamê re bi serket. Niha vê bi awayek cuda ji raya giştî vedişêrin. Bi kurtî projeya dewleta Tirk li wir bi serneket. Hêzên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe parastin.”
 
ÊRIŞEKE ÎXTÎMALÎ YA LI SER KOBANÊ
 
Karayilan, bal kişand ser gef û êrişên ser Kobanê û wiha got: “Rast e, dibe ku li Minbîc û Til Rifatê bi hin biryaran derketin, lê texmîn nakim ku ji deverên din derkevin. Carekê din jî vê bêjin: ev çeteyên SMO ne klasê QSD'e ne. Ew nikarin tiştek bikin. Dibe ku artêşa Tirk bixwe daxil bibe, lê êrîşê ku artêşa Tirk li Kobanê bike wê şer herî kêm 3 sal bajo. Mêzekin li Zapê di tunelên 300 metre de ev 3 sal in şer didome. Ma qey li cihên wekî Kobanê û Qamişlo û hwd. jî di tunelên bi kîlometreyan de mirov nikare 3 sal şer bike? Bêguman dikare şer bike.
 
Pêwîste ev bê zanîn; Kurd êdî terzê xwe yê şer pêşxistine. Xwe gihandin yek şerê binerd, yek jî pêşxistina şerê parastina hewayî. Ji ber vê tu wateya gotinên wek, 'em ê kulmê hesin lêdin û bigirin' tune ye. Wê kulmê te yê hesin li wir perçe bibe. Ew karwan derbas bû. Êdî tenê hûn ji teknîkê fêm nakin, hinekê din jî fêm dikin. Kurd jî fêm dikin û pêşdixin. Kurd êdî ji siyasetê jî dîplomasiyê jî fêm dikin. Ji hûnera şer jî fêm dikin. Pêwîste ev bê zanîn. Ji ber vê dema gotinên wek, 'em ê li her derê bixin û derbas bibin' derbas bûye.”
 
'HEKE HÛN DI ŞER DE ISRAR BIKIN DÊ WINDA BIKIN’ 
 
Karayilan, got ku hewldan û çarçoveya çareseriyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîng e û wiha got: “Hewlên Rêber Apo û çarcoveya çareseriyê ya pêşxistî gelekî girîng in. Wê ev yek hem ji bo gelên Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên herêmê pir baş be û terzê çareseriyê yê herî rast e. Divê ev yek bi vî rengî were nirxandin. Lê belê ger desthilatdariya AKP’ê bi awayekî rast nêzî vê yekê nebe, beriya her tiştî wê bi xwe winda bike.  Tevî van rastiyan, nêzikatiyeke berovajî wê bibe sedema windakirina wan. Yanî di vê pêvajoyê de ne tenê gelê Kurd hewcehiya gelên Tirkiyeyê û dewleta Tirk jî bi çareseriyê heye. Tevî hemû tiştan ger şer tercîh bikin, ev dibe tişteke cuda. Rêber Apo tercîha gelê Kurd danî hole, lê belê ger hûn guh nedin vê yekê, biçûk bibînin û bi xapandin û taktîkên şerê taybet di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin.  Îdîaya me ya di vê mijarê de diyar û eşkere ye. Îdîaya me ya serketina di warê leşkerî de ji hemû gavan xurttir e û bi tecrûbeya 40 salî kûrahiya me taktîkî, performansa me ya leşkerî, asta me ya teknîkî û ruhê fedaîyane ya hêzên me em ê di şerê rewa yê parastinê de bi ser bikevin. Tecrûbeya ku stratejî û taktîkên vê yekê pêş bixin, heye. Lê belê di dema jinûvedîzaynkirina herêmê de pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêbertiya me ve hatî pêşxistin, ji bo herkesî gelekî girîng e. Nirxandina vê yekê gelekî girîng e.  Di rewşa berovajî de wê li herêmê şer kûrtir bibe û ne pêkan e ku dewleta Tirk di vîşerî de bi serbikeve. Hevsengî guherîn. Şens û derfeta biserketina gelê Kurd û hêzên şoreşê yên li herêmê ji hemû gavan zêdetir bûne.”
 

Sernavên din

10/01/2025
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir