Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy

ŞIRNEX - Ahmet Baysoy, di têkoşîna 40 salan de heta kêliya dawiyê jî di nav têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe girt. Hevalê wî yê têkoşînê Mela Kasim wiha vegot: "Çinarek bû, her kes di nava xwe de dihewand. Ji Cûdî zinarek bû, cihê ewlehiyê bû, cihê hezkirinê bû, cihê kedkarî, fedekariyê bû." 

Ahmet Baysoy ku şahidê têkoşîna azadiya Kurd bû, di 31'ê Kanûna 2024'an de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Baysoy, di derbeya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ku bi sepanên dermirovî tê zanîn, 4 salan ma. Baysoy, yek ji organîzatorên Newroza Cizîrê ya sala 1992'yan bû û di 74 saliya xwe de wefat kir. Baysoy; di Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de cih girt.  
 
Dema rêvebertiya DEM Partiyê ya Cizîrê dikir jî di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
Baysoy ku yek ji neviyên Mîrê Botanê Bedirxan Begê bû, li navçeya Cizîr a Şirnexê wek zarokê duyemîn ê malbatê çavê xwe li dinê vedike. Li Cizîrê ji eşîra ku bi navê Bajarî anku xwecihên Cizîrê ne. Baysoy, di temenê xwe yê biçûk de bi serpêhatiyên serhildanên Şex Seîd, Koçgirî û Agiriyê mezin dibe. Piştre bi ser dîrok û serhildanên Kurdistanê lêkolînan dike û di temenê xwe ye biçûk de ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê di nav xebatan de cih digire. Baysoy, ku di nava civakê de weke Ehmedê Komando dihate nasîn di derbeya leşkerî ya 1980'an de tê binçavkirin û piştre tê girtin. Baysoy, 4 salan di zindana Amedê hejmara 5'an de, di îşkenceyê de dimîne. Piştre tê berdan,lêbelê piştî ku tê berdan jî dev ji têkoşînê bernade û tim û tim di nav têkoşînê de cihê xwe digire. Baysoy, di heman demê de, bi Binevş Agal (Bêrîvan) re jî hevaltiyê dike û xebat dike. Di Newroza Cizîrê ya 1992'an de ku  weke Newroza bi xwîn navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsand pêşengtiye û şahidiyê dike. Baysoy ê ku di Newroza 1992'yan de destê wî de ala kesk, sor û zer pêşiya herkesî de dimeşe ji aliyê tîmen taybet ve tê binçavkirin û bi rojan di îşkenceyê de dimîne. Di pêvajoya salekî ya girtîgehê de girtîgeha Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Amedê de dimîne. Piştî ku tê berdan jî di nav xebatên partiyê de cihê xwe digire.Baysoy tevî temenê xwe yê mezin jî her roj serê sibehê beriya herkesî berê xwe dida partiyê û di nav her xebatekî de cihê xwe digirt û pêşengtî dikir. 
 
 
Têkoşîna Ahmet Baysoy a 40 salan rêhevalê wî yê têkoşînê Mela Kasim Yîgît vegot. 
 
'EW ÇINAREK BÛ'
 
Mela Kasim Yîgît diyar kir ku Ahmet Baysoy, di têkoşîna gelê kurd de wendahiyeke mezin bû û wiha vegot: "Helbet serpêhatiya jiyana mamê Hecî Ehmed vegotina wê ji bo min zehmet e. Em çiqasî behsa jiyana wî, fedakariya wî bikin em ê tê re nekin. Heke ku Hecî Ehmed 74 sal emrê xwe derbas kiribe ji vî gelê mazlum re feda kiriye. 16 saliya xwe heta 70'ê saliya xwe fedekar û kedkarê vî gelî bû. Ne tenê li Cizîrê tevahiya Botanê xwe dabû qebûlkiri û hezkirin. Helbet mirov kedkarê vî welatî be xwe bi her mirovakî dide qebûlkirin hinekî di nava civaka me de kêm in. Ji ber wê jî wendakirina mamê Hecî Ehmed wendahiyeke mezin bû. Hecî Ehmed ji bo civaka kurd sembolek bû, çinarek bû û wendahiyeke gelek mezin bû. Em dest bi vegotina jiyana wî bikin dê roj têra vegotina wê nekin. Ew çinarek bû û herkes di bin siya xwe de dihewand. Her wiha ji Cudî zinarek bû, cihê ewlehiyê bû, cihê hezkirinê bû, cihê kedkarî,fedekariyê bû, parazvanê sira hevalê xwe bû. Ev qudret di her mirovekî de nîne. Li tevî wî emrê xwe yê mezin jî her tim di nav xebatan de bû û her tim ji xebatê re amade bû. Her gavekî digot,' em çi bikin, em ji vî gelî re çi bikin, em ê karibin çend mirovan qaneh bikin, çend mirovan ji xerabiyê dûr bikin û tifaqiya vî gelî bikin?' Ji ber wê jî her miroveke ku li ber wî diçû rêz û hûrmet ji wî re digirt."
 
EMREKE JI TÊKOŞÎNÊ RE
 
Kasim Yîgît anî ziman ku Baysoy emrê xwe hemû di nav têkoşînê de derbas kir û wiha domand: "Ji zarokatiya xwe û heta ku ji nav me çûyî jî rojekî dilê mirovekî ji wî nema. Tenê rojekî jî mirovek aciz nekir. Zirara mirovekî gihiştiba wî jî ew diçû lêborîn dixwest. Ji her mirovekî re pir bû, ji her mirovekî re melhem bû. Ji mirovan re cihê hêvî û baweriyê bû,cihê hezkirinê bû. Her tim mirovên derdora xwe bi coş û moral dikir. Jiyana wî bi çend deqîqeyan nayê vegotin. Wî rojên zor û zehmet derbas kirin. Wî 12 îlon darbeya leşkerî derbas kir, wî zindana Amedê derbas kir. Li van deran her dera tarî perçeyek ji bedena xwe tê de dît û bi berxwedana xwe ew taritî ronî kir. Di rojên nexweş de tu caran hevalê xwe tenê nehişt. Alikariya mazluman kir. Kedkarê dayikan bû, xwe ji dayikan re dikir pir. Ji zarokan re dibû zarok. Bi aliman re dibû alim, pêşeng û rêber. Ji civaka xwe re rehberek bû. Miroveke hezkirina civakê bû. Li gel barkirina wî Cizîr hemû xemgîn bû, herkesî qesta goristana wî kir. "
 
'EZ Ê MIZGINIYA AŞTIYÊ JÊ RE BIBIM'
 
Yigît di berdewama axaftina xwe de got ku tene daxwaza wî ew bû ku rojekî aşitiyê bibine û da zanîn ku ji bo ku ew vê daxwaza wî pêk bînin dê tebikoşin û ev tişt got: "Wesiyeteke wî ji min re maye, ew jî aşitî ye. Wê ew roj bê ku ez mizginiya aşitiyê ji wî re bibim? Sê roj beriya ku nexweş neketî got,' Ez ê bibînim ku rojekî aşitî, aramî bê vî welatî? Rojek tenê jî be bila jiyana me tev ew roj tenê be' Ez jî niha di wê metirsiyê de me û dibêjim, gelo ez ê kengî wê mizginiyê ji wî re bibim û jê re bêjim,' Aramî, aşitî hate welatê me, pirsgirêk çareser bû, xewn û xeyalên me hemûyan pêk hatin aram be' Lê em hêvî dikin ku demeke nêz de ew mirovên weke wî bi heybet, bi hezkirin, cihê hêvî û moralê vê mizginiyê jê re bibin. Ew hezkirina ku wî daye civaka xwe, xwedê wê bike cihê silh û aramiye. Hêvî dikin ku demek nêz de ew xewn û xeyala wî ya ku nîvco mayî bibin ser goa wî. Em wî bibîr tînin. Xwedê me ji keda wî û hezkirina wî bêpar nehêle." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

10/01/2025
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
16:57 Rozerîn Çukur a li Sûrê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:38 Rojnameger Selamet Turan ji girtîgehê derket
16:23 Cenazeyên rojnamegeran dê li Rojava bên definkirin
16:09 Leyla Şaylemez hat bibîranîn: Em ê dev ji paradîgmaya azadîxwaziya jinê bernedin
16:06 Şande li Silopiyayê meşiya: Dê kamerayên wan li erdê nemînin
15:19 Îrmez li Meclisê bertek nîşanî astengkirina MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê da
15:02 Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:16 Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
14:13 DEM Partiyê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da: Bila her kes cidî nêz tevbigere
13:51 Ji bo rojnameger Selamet Turan biryara ceza û tehliyeyê
13:45 Ji bo rojnameger Topaloglû biryara tehliyeyê hate dayin
13:35 Jinên hatin qetilkirin li Nisêbînê tên bîranîn
13:13 Navên kesên di êrişa SÎHA’yan de hatin qetilkirin diyar bûn
13:09 Di doza Nezîr Tekçî de dê sibe biryar bê dayin
13:02 Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Abdullah Ocalan daxuyanî da
12:15 Li Colemêrgê gelek kes hatin binçavkirin
12:11 11 sal berê li ser sînorê Kobanê bû, îro jî li ser sînorê Qamişloyê ye
11:41 Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wê bidomînin
11:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:13 Malbata girtiyê hatiye derbkirin serlêdana sûc kir
11:03 Nisêbîn talan kirin, dadgehê jî talanker parast
10:16 Dîlan Andok: Sarayê xeta berxwedanê ya jinên Kurd afirand
09:42 Tûnç Soyer: Temînata aştiyê demokrasî ye
09:25 Şenoglû: Ger aştî bê civakîkirin wê şer nemîne
09:24 'Ji bo muzakereyeke rast divê em zorê bidin qada navneteweyî'
09:01 Jin: Em ê tim pirsa 'Çi bû ji Rojînê?' bikin
09:01 'Pêkanîna jiyana demokratîk erka me hemûyan e'
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:45 Şandeya dixwest cenazeyan wergire ji deriyê sînor vegeriya
08/01/2025
16:20 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî gelê diçû Bendava Tişrînê kir
15:44 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:18 HSD’ê ji ber bombebarankirina Bendava Tişrînê hişyarî da
15:02 Dozgerî ji bo rojnamegeran ‘kontrola edlî’ xwest
14:54 Ji bo danişîna doza rojnameger Topaloglû bang
14:53 Ji bo cenazeyên rojnamegeran bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin
14:41 Nexweşê penceşêrê Hadî Elçîçek cara duyemîn hate girtin
14:10 Li gelek bajaran çalakiyên nobetê tên destpêkirin
14:04 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:49 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diçe
13:12 Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:06 Dewleta tirk li Kobanê wesayîtek kir hedef
13:05 Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyan wergire didome
12:47 Girtî ji ber zexta lêgerîna tazî neçûn hevdîtinê
12:44 Li Sîncanê girtiyên jin xistine qawîşên bi ritûbet
12:10 Stran û klîba ji bo Sakîne Cansizê hate weşandin
12:08 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:59 ‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’
11:58 DEM Partî: Cînayeta Goktepe ne cînayeta ewil ne jî ya dawî bû
11:28 Aslan ê 94 salî her roj ji Kerboranê tê ser sînor û tev li berxwedanê dibe
11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê