AMED – Li gorî rapora OHD û MED TUHAD-FED'ê, di sala 2024'an de girtî bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû mane, rastî lêdan, lêgerîna tazî, kelepçekirin, lêgerîna dev hatine û her wiha kurdî hatiye qedexekirin.
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (ÖHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Girtî û Malbatên Hikûmxwar (MED TUHAD-FED) binpêkirinên mafên bingehîn ên li girtîgehan ragihandin. Rapora bi sernavê ‘Di sala 2024'an de binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê’ bi daxuyaniyeke nivîskî hat parvekirin. Di rapora ku di çarçoveya serdanên salekê de li 91 girtîgehan hat amadekirin de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi awayekî giştî hatin vegotin. Di raporê de binpêkirinên weke derbkirin, lêgerîna tazî, piştve kelepçekirin, lêgerîna dev û bêtehamuliya li hemberî zimanê kurdî di rêza herî pêş de cih girtin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku armanca raporê ji bo parastina mafên mirovan, pêşîgirtina li binpêkirinên mafên mirovan, pêkanîna muayeneyên pêwîst û lêkolînên li ser mafên mirovan û armanc ew e ku serlêdanên yasayî û giliyên pêwîst ji mekanîzmayên herêmî û navdewletî re bên kirin.
PIRSGIRÊKÊN BINGEHÎN
Di raporê de hat destnîşankirin ku kêm caran malzemeyên paqijiyê ji girtiyan re dihatin dayîn û girtiyan van berheman ji kantînan bi lêçûnên giran dikirin, girtiyan di hawîrdoreke qirêj de dihatin ragirtin, av nedihat vexwarin û girtiyên ku nekarin avê bikin neçar diman wê avê vexwin.
Di raporê de hat ragihandin ku weşanên ku girtiyan dixwazin bi dest bixin bi awayekî keyfî nehatine dayîn, bi taybetî jî bi zanebûn rojnameya Yenî Yaşam hatiye astengkirin, hejmara kotaya pirtûkan hatiye kêmkirin û mafê girtiyan ya agahî wergirtinê hatiye binpêkirin. Li gorî raporê aktîvîteyên civakî yên wek spor, çalakiyên hunerî û atolyeyên ku ji ber şewba Kovîd-19'ê hatibûn betalkirin berdewam nekirine.
LEGERÎNA HUNDIRÊ TEV Û KELEPÇE
Di raporê de hat ragihandin ku di dema çûyîn û hatia nexweşxaneyan de "lêgerîna dev" û "ji piştve kelepçekirin" pêk hatine û kesên ku ev yek qebûl nekirine sewqî nexweşxaneyan nayên kirin û di dermankirinê de kêmasî derketine. Her wiha hat diyarkirin ku piraniya caran sewqkirin bêyî agahdarkirina girtiyan pêk hatiye û di van sewqan de girtî rastî “lêgerîna tazî” tên. Li gorî raporê girtiyên nexweş nayên berdan û bi vî rengî mafên wan ên tenduristiyê tên binpêkirin.
Ji bo girtiyan mafê bikaranîna tenduristiyê veguheriye îşkenceyê û wiha hat gotin: “Li girtîgehan xwe gihandina mafê tenduristiyê yan bi temamî hatiye astengkirin yan jî bi pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê binpê dike hewl tê dayîn ku mafê tenduristiyê bê astengkirin. Girtiyên ku diviyabû di navbera dev ji mafê xwe yê muamelekirinê û îşkenceya li dijî rûmeta mirovî berde, di dawiyê de mafê xwe yê tenduristiyê bi dest nexistin. Her wiha girtîgeh di çarçoveya mafê tenduristiyê de peywira xwe bicih nayne, her wiha mafên wekî xwarina tendurist û şert û mercên xanî hatine binpêkirin.
PIRSÊN DER BARÊ PKK’Ê Û ABDULLAH OCALAN
Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ji girtiyan pirsîn: "Hûn derbarê PKK'ê de çi difikirin, li ser Abdullah Ocalan çi difikirin û gelo PKK rêxistineke terorîst e?" Di raporê de hat destnîşankirin ku pirsên ne girêdayî înfazê hatine kirin, yên wekî, ji ber hincetên keyfî destûr nayê dayîn ku girtî ji mafê serbestberdana bi şert sûd werbigirin. Di raporê de hat ragihandin ku ji ber hincetên curbecur cezayên dîsîplînê li girtiyan hatiye birîn û îşkence û muameleya xerab a weke "batar", "lêgerîna tazî", "kelepçeyên berovajî" û heqaret li girtiyan hatiye kirin. Girtî ji aliyê gardiyanan ve rastî lêdan û tundiyê hatine.
BÊTEHEMULIYA LI HEMBERÎ KURDÎ
Di raporê de hat diyarkirin ku di hevdîtinan de sansûreke mezin li ser zimanê kurdî hatiye kirin û wiha hat gotin: “Nedayîna pirtûk û nameyên kurdî, bersivdayîna li ser stranên kurdî bi cezayê disîplînê, desteserkirina lênûskên ku bi kurdî hatine nivîsandin, pêk hatin. Êrîşên fizîkî/devkî yên bi kurdî silav dikin, vê yekê eşkere dike." qadên jiyanê bi zimanê xwe yê zikmakî ev maf di hemû peymanên navneteweyî de bi awayekî zelal hatiye destnîşankirin."
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Di raporê de hat ragihandin ku piştî çalakiyên grevên birçîbûnê zextên li hemberî girtiyên zêdetir bûne û li hucreyan lêgerîn, tevgerên provokatîf ji aliyê gardiyanan ve hatine kirin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de “cezayên dîsîplînê” yên wekî hucreya yekkesî tên dayîn. Di berdewama raporê de ev agahî hatin dayîn: “Hat fêmkirin ku di grevên birçîbûnê de vîtamînên pêwîst nedan girtiyan, kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk nehatin kirin, ji ber birçîbunê gelek cezayên dîsîplînê hatin birîn. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’ê Gulana 2019’an grevê qedexekirina hevdîtina parêzeran a ji bo Abdullah Ocalan 8 sal e heta sala 2019’an bê navber hate kirin û hevdîtina parêzeran a dawî jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hat. Piştre jî qedexe ji cihê ku lê mabû bênavber berdewam kir."
Di raporê de hat xwestin ku lêpirsînên dîsîplînê yên ku li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de weke mekanîzmaya zextê tên bikaranîn, bên terikandin.
DAXWAZ Û PÊŞNIYAR
Di raporê de daxwaz û tiştên ku divê bên kirin wiha hatin rêzkirin:
* Li gel prensîbên hiqûqa gerdûnî, qanûnên navneteweyî li ber çavan bigirin; di encama serlêdanên li saziyên me û hevdîtinên ku hatine kirin de, pêkanîn û kiryarên ku dibin sedema binpêkirina mafê tendirustî û tedawiyê, mafê azadiya takekesî û ewlehiya kesane, azadiya ragihandinê, azadiya derbirînê, mafê rêzgirtina jiyana taybet, bi taybetî jî qedexekirina muameleya xerab û îşkenceyê û erkên pozîtîf ên rêveberiyê divê bên bicihanîn.
* Divê girtîgehên Tîpa Y û S bên girtin û girtîgehên din li gorî maf û rûmeta mirovan bên çêkirin.
* Divê demildest hemû pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê binpê dikin, yên wekî tecrîd, lêgerîna tazî, lêgerîna dev, jimartina birêkûpêk ya ser piya bên terikandin. Divê muayeneya kelepçekirî û rêwîtiya kelepçekirî yên di wesayîtên rîngê de bên rawestandin.
* Ji bo ku pêşî li binpêkirinên mafan yên wekî neqil, cezayên dîsîplînê, ragihandinê bên girtin divê biryarên Dadgeha Makeqanûnê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk bên û ji bo binpêkirin pêk neyên sererastkirinên qanûnî yên mayînde bên kirin.
* Divê Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirin û Nirxandina Mehkûman ku rê li ber berdana bi şert digire bê betalkirin û prensîba hiqûqa guncan bê sepandin.
* Berî ku pîvanên 'rêvebirina baş' ên heyî bên diyarkirin, divê şert û mercên mehkûmên li girtîgehê bi awayekî adil bên diyarkirin û beriya nirxandina 'rêvebirina baş' divê şert û mercên fizîkî û civakî yên girtîgehan ên li gorî rûmeta mirovan bên afirandin.
* Ji ber ku kesên di bin qanûnên cudaxwaz ên wekî 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' de girtî ne 'sûcdarên ku divê bên reformkirin' qanûn û darizandinên weke qanûnên înfazê divê ji mantiqa hiqûqa sûc a dijmin bê terikandin.
* Ji bo şopandina şert û mercên nexweşên giran ên li girtîgehan û pêşî li binpêkirinên mafan ên her ku diçe kûrtir dibin, pêkanînên îşkenceyê û rêbazên zextê, li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî divê mekanîzmayên kontrolê yên 'serbixwe' bên avakirin.
* Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Edaletê, TÎHEK û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM'ê divê li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xemsar nebin û li dijî binpêkirina mafan bêdeng nemînin û bikevin nav liv û tevgerê.