NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê, li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” domandin. Di çalakiyan de hat xwestin ku aqûbeta Fethî Yildirim, Ahmet Yetişen û Haci Ahmet Er bên ronîkirin û kujer bên darizandin.
Xizmên windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” domandin.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 830an de dîsa li ber Bîrdariya Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û xwestin winda bên ditin û kujer bên darizandin. Xizmên windayan wekî her hefteyê vê carê dîsa pankarta mezin ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û wêneyên windayan xistin destê xwe. Di çalakiya vê hefteyê de rêveberên ÎHD, Komeleya Ekolojiyê, rêveberên DEM Partiyê, Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu û xizmên windayan amade bûn. Vê hefteyê çîroka rêveberê DEPê yê Wêranşara Rihayê Fethî Yildirim xwendin.
Sekreterê Şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman, axivî û anî ziman ku ew meseleya kurd ji nêzîk ve dişopînin û got: “Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Em ji bo destê siyasetê xurt bikin ji bo aştiyê çi pêwist e em ê bikin.”
Piştre Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Berfîn Elçî çîroka winda Fethî Yildirim xwend û wiha got: “Fethi Yildirim ê ku li Wêranşara Rihayê dijiya, ji ber cinayeteke ku di salên 1978-79'an de li navçeyê pêk hat ew girtin. Di dadgehê de bi angaşta endamtiya Komeleyên Şoreşger ên Çandî yên Rojhilat (DDKD) û pêkanina cinayetê hat darizandin û ceza xwar. 4 salan di zindanê de ma. Piştî derket, demekê cotkarî kir. Pişt re di Lijneya Rêveberiyê ya Pardiya Demokrasiyê (DEP) de cih girt. Fethi Yildirim di 4'ê çileya 1994an de li mala hevalê xwe Abdo Mutlu ji aliyê polîsên girêdayî muduriyeta polêsan a Wêranşarê ve bi 3 heval3en xwe re hat binçavkirin. Her sê hevalên wî heman şevê de hatin berdan. Lê ew bernedan. Ali Kuran û Naci Kapancilar ên ku bi Fethi Yildirim re hatibûn binçavkirin di derheq binçavkirin de dibêjin; ‘Dema em li malê rûniştibûn ji midûriyeta navçeyê polêsên bi navê Selçuk Uygun, Osaman Harman Alptekin Kartal û Ugur Avşar jî di nav de komeke qelebalix hat. Ji me pirsîn Fethi Yıldırım kî ye? Dema fêrbûn ku kijan ji me Fethi ye çavên me her çaran jî girêdan û em birin. Piştî du Saetan Çavên me vekirin û girtekek bi me dan îmzekirin em berdan, lê Fethi Yildirim ne li gel me bû. Ji wê demê heta niha tu agahî di derheqê Fethi Yildirim de nahatiye bi destxistin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi heman armancê di hefteya 666an de li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan li vir pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çayakiyê de xizmên windayan, endamên OHD, MEBYA-DER û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê çîroka Ahmet Yetîşen ê di 13'ê Kanûna 1994'an de li Êlihê li mala xwe hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Rêveberê ÎHDê Huseyin Elçî çîroka Ahmet Yetîşen xwend.
COLEMÊRG
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Xindayan li Kolana Hunerê ya Gevera Colemêrgê jî di hefteya 156an de kom bûn û daxuyanî dan. Li vir jî pankart û wêneyen windayan rakirin û çîroka Haci Ahmet Er ê di 15'ê 1995'an de li gundê Bilêcanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hat windakirin xwendin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê Musa Bor çîroka Haci Ahmet Er xwend û xwest winda bên dîtin û kujer bên darizandin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.