STENBOL - Rojnameger Celalettîn Yalçin bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Rojnameger Celalettîn Yalçin ku zêdetirî saleke li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Marmarayê dihat ragirtin, di 26’ê Kanûnê de bêyî daxwaza wî û bêyî agahî bi malbat û parêzerê wî re were parvekirin, sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin.
Rojnameger Osman Akin, Enes Sezgîn, Hayrî Tunç, Can Papîle û welatiyên bi navên Haci Ugîs û Îmam Senol ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Marmarayê dihatin ragirtin, sewqî Girtîgeha Hejmar 9 a Marmarayê hatin kirin.