'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’

  • rojane
  • 17:26 29 Kanûn 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye û wiha got: “Lê yên ku ji çareseriyê re ne amade, spekulasyonan dike û hewl dide serê gelê Kurd tevlihev bike, dewlet bi xwe ye.” 

Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şirnexê, li navçeya Cizîrê panela “Ji Botanê ber bi Rojhilata Navîn ve di dorpêça şer de lêgerîna aştiya civakî” li dar xist. Panel, li Eywana Konferansan a Şaredariya Cizîrê hat lidarxistin. Pankartên “Em ê faşîzmê û tecrîdê têk bibin”, “Di rêya lêgerîna heqîqetê ya Nazim û Cîhanê de Çapemeniya Azad dê bêdeng nemîne”, “Şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e, na ji şer re aştî a niha” hatin daliqandin. Moderatoriya panelê endamê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şirnexê Mûrat Ozbey kir. Parlamenera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, ji Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fîkret Çaglayan û ji Platforma Ekolojiyê ya Mêrdînê Agît Ozdemîr jî weke axêver tev li bûn. 
 
Fîkret Çaglayan di panelê de got ku ji bo tenduristiya gel li Rojhilata Navîn tişta herî pêwîst, bidawîkirina şer e. Çaglayan, anî ziman ku pênaseya aştiyê û tenduristiyê nav hev de ye. 
 
LI KURDISTANÊ TEXRÎBATA EKOLOJÎK
 
Agît Ozdemîr jî anî ziman ku ji salên 90’î ve li Kurdistanê stratejiya “Em behrê hişk bikin da ku masî bimirin” ketiye meriyetê û di vê çarçoveyê de zêdetirî 4 hezar gund hatine şewitandin û xwezaya Kurdistanê hatiye tunekirin. Ozdemîr, da zanîn ku di şer de texrîbkirina hawirdorê li ser stratejiyan dimeşe ku ew jî ya yekemîn di dema amadekariya şer de, ya duyemîn di dema şer de û ya sêyemîn jî di tenduristiya gel de ye. Ozdemîr, bi domdarî birîna daran, çêkirina bendavan, kanên madenan û hwd. rêz kir û qirkirina xwezayê ya li Kurdistanê vegot. 
 
'NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ TECRÎDÊ NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ GELÊ KURD E’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku tecrîda li Îmraliyê polîtîkayeke li dijî gelê Kurd bû û ev tişt anî ziman: “Nêzikatiya li hemberî tecrîdê nêzikatiya li hemberî pirsgirêka Kurd e. Bi pergala Îmraliyê xwestin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê rakin. Lewma pergal tecrîdê xistin meriyetê.” 
 
'HER HEVDÎTINEKÊ RÊYA ÇARESERIYÊ VEKIR’ 
 
Newroz Uysal Aslan diyar kir ku hêz û muxataba sereke ya ku dikare aştiyê pêk bîne Abdullah Ocalan e û wiha got: “Heke tecrîd hebe neçareserî heye, heke tecrîd hebe şer heye. Her cara ku deriyê Îmraliyê tê vekirin û hevdîtin tên kirin, em dibin şahidê pêvajoyên dîrokî. Lewma birêz Ocalan dibêje; ‘tecrîd, nenaskirina aştiyê ye û neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.’ Ev 26 sal in bênaver tecrîd didome. Her hevdîtineke li îmraliyê, rêya çareseriyê vekir.” 
 
'YA KU NE AMADE DEWLET BI XWE YE’
 
Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser hevdîtina DEM Partiyê ya duh bi Abdullah Ocalan re kirî û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan ji bo çareseriyê sê pêşniyaran dike; yek ji van sekinandina operasyonên leşkerî, komkujî û mirinan, ya duyemîn agirbest û ya sêyemîn jî hevrûbûna dewletê ya bi komkujiyan re. Birêz Ocalan ji sala 1998’an heta niha her tim dibêje ji bo çareseriyê amade ye. Yên ku ji bo çareseriyê ne amade, ya spekulasyonan dike, ya ku dixwaze birêz Ocalan vala derxe û serê gelê Kurd tevlihev bike, dewlet bi xwe ye.” 
 
Panel, bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/01/2025
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin