Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir

  • rojane
  • 15:52 21 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li 4 bajaran xizmên windayan û endamên ÎHD’ê lêgerîna edaletê domandin. Di çalakiyan de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" berdewam kirin. 
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 828’an a çalakiya xwe de, car din li ber Bîrdariya Yaşam Haki ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê, hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de, çîroka Ihsan Haran hate xwendin ku 25’ê Kanûna 1994’an li Amedê polîsên Tirk ew ji înşaeta ku lê dixebitî, binçav kirin û piştre winda kirin.
 
Nûnerê ÎHD’ê yê herêmê Mehmet Tahir Saçakli yek ji damezrînerên ÎHD’ê Husnu Ondul ê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Saçakli diyar kir ku ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, şer didome û got: “Beriya 2 rojan di bombebarana balafira Tirkiyeyê de, 2 rojnamevan (Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn) hatin qetilkirin.”
 
Hevjîna Ihsan Haran, Nesîbe Haran ragihand ku 30 sal in ew bi ÎHD’ê re ji bo aqûbeta hevjînê xwe bizane, di lêgerînê de ye.
 
Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Ihsan Haran xwend.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê endamên ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya 664’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan, hatin ba hev. Endamên Şaxa OHD’ê ya Êlihê, rêveberên Şaxa MEBYA-DER’ê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî çîroka Taybet Înan xwend ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hate hiştin.
 
COLEMÊRG
 
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 154’an a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de hate xwestin ku kujerên Eyup Karabey û Mahir Karabey bên darizandin ku di sala 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin binçavkirin û piştre hatin qetilkirin.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş daxuyanî xwend.
 
Akbaş anî ziman ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema ku li Rojava karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, ji aliyê balafiran bêmirov ve hatin qetilkirin û xwest ku kujerên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bên darizandin.
 
ÎZMÎR
 
Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya “bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê lidar dixin, li ber Sumerbank a berê ya li navçeya Konakê lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate pirsîn ku 24’ê Kanûna 1994’an li Stenbolê hate binçavkirin û piştre hate windakirin.
 
Daxuyanî ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hate xwendin.
 

Sernavên din

23/12/2024
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve
09:56 'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
09:55 Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome