AGIRÎ - Hat zanîn ku gardiyanan bi ser qawişên jinên girtî yên li Girtîgeha Panosê de girtine û îşkence li wan kiriye.
Hat zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê ya li Agiriyê nêzî 50 gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û îşkence li jinên girtî kirine. Ji girtiyan Hêlîn Ozdemîr 19’ê Kanûna roja Pêncşemê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û êrişa li dijî wan hatî kirin, ragihand.
Hêlîn Ozdemîrê anî ziman ku roja Çarşemê mêr jî di nav de nêzî 50 gardiyanan bi ser qawîşan de girtine û ev agahî dan: “Gardiyanan bi ser qawîşên me de girtin. Li qawîşê piştî ku mudaxileyên fizîkî li me kirin, piştre destên me hatin kelemçekirin û em avêtin hucreyê. Bi tundiya fizîkî re, heqaret jî li me kirin. Em li dijî vê binpêkirinê, daxwaz dikin ku saziyeke serbixwe li girtîgehê lêkolînê bike. Em dixwazin ku raya giştî bikeve nava liv û tevgerê.”