HSD’ê ji bo Kobanê bang kir

  • rojane
  • 15:47 19 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter amadekariya êrişeke mezin a li ser Kobanê dikin. HSD’ê bang li gelê Kobanê, gelê Kurd, gelên ereb û hêzên navneteweyî kir û got: “Em ê li Kobanê serkeftineke mezin bi dest bixin.” 

Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta Tirk û rewşa dawî a li herêmê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
HSD’ê, di daxuyaniyê de got ku tevî hemû hewldanên Koalîsyona Navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo kêmkirina aloziyê û ragihandina agirbestê li Minbicê û hemû herêmên wan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pabendî vê biryarê nebûn û êrişên xwe yên li ser eniya başûrê Kobanê li Qereqozaqê û Bendava Tişrînê didomînin. Daxuyanî wiha domiya: “Artêşa Tirk a dagirker doh 18’ê Kanûnê êrişek berfireh li ser xeta Bendava Tişrîn da destpêkirin. Şer û pevçûnên dijwar heta saetên êvarê berdewam kirin û hêzên me karîn hemû êrişên wan têk bibin. Her wiha gelek deverên bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirk ve hatin bombebarankirin. Li aliyê din liv û tevgera artêşa Tirk a li herêma Pirsûsê dewam dike, li ser sînorê Bakurê Kobanê û Rojavayê Qereqozaqê jî tank û maşîneyên xwe yên zirxî bi cih dikin.”
 
‘KOBANÊ WÊ JI HÊZÊN DAGIRKER RE BIBE ÇALA KU NIKARIN JÊ DERKEVIN’ 
 
Fermandariya HSD'ê diyar kir ku weke HSD’ê ew tekeziyê li ser girîngiya rawestandina aloziyê, rawestandina hemû operasyonên leşkerî û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê dikin û wiha domand: “Lê di heman demê de li hemberî her êriş û hedefgirtina gelê xwe û herêmên xwe em ê bê bersiv nemînin. Her wiha em piştrast dikin ku hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya êrişa li ser Kobanê ji bo wan nabe seyrangeh û hêzên me tevî gelê me yê Kobanê wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bide. Bi saya berxwedana lehengî ya HSD’ê û gelê me wê Kobanê ji bo hêzên dagirker bibe çala ku derketina ji wê zehmet be.
 
ŞERÊ KOBANÊ DÊ BIBE ŞERÊ SERKETINA MEZIN
 
Ji ber vê yekê em beriya her kesî ji gelê xwe re piştrast dikin ku hêzên me û gelê me yê hêja li Kobanê wê ne tenê li ber xwe bidin. Şerê Kobanê wê di heman demê de bibe şerê serketina mezin. Ruhê lehengiyê ku hêzên me hefteyekê li derdora Qereqozaqê û Bendava Tişrînê nîşan dan, nîşaneya herî zelal a serketina berxwedana Kobanê ye. Em beşdarbûna çalak a gelê Kobanê di nava refên berxwedanê de silav dikin. Her wiha em bang li hemû gelê Kobaniyê dikin ku bila çek hilgirin û bi şervanên xwe re li eniyên şer çepera xwe bigirin. Em ê bi hev re her gundê Kobanî û her quncikekî bajarê Kobanî bikin keleha berxwedanê. Divê em bizanin ku yekane rêya serketinê, rêya jiyana azad û birûmet, berxwedan e. Em ji gelê xwe yê Kobanê û hemû gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, îro li her derê wijdanê mirovahiyê û cîhanê bi we re ye. Em dibînin ku beriya êrişa mezin were destpêkirin, bertekên navneteweyî dest pê kirine û em piştrast dikin ku hemû cîhan dê şahidiya destana we ya qehremaniyê bike.”
 
BANG KIR
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk me helwesta xwe ya erênî der barê biryara civîna Aqebê ya li ser rawestandina operesyonên leşkerî ji bo Sûriyeyê piştrast kir, her wiha em spasiya hewldanên hevalbendên xwe yên di Koalîsyona Navneteweyî dikin ku ji bo kêmkirina aloziyê kar dikin. Lê em bang li hemû welat û hêzên têkildar dikin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, divê helwesteke bi biryar û zelaltir derkeve pêş. Em bang li welatên Ereb û gelê Ereb bi hemû pêkhateyên wê dikin ku divê bizanin gefa herî mezin li ser yekitî û ewlekariya xaka Sûriyeyê, dewleta Tirk e. Îro her kes dibîne ku dagirkeriya Tirk bi hincetên pûç hewl dide zêdetir xaka Sûriyeyê dagir bike. Em bang li hemû kesên bi yekitî û serweriya xaka Sûriyeyê re mijûl in, bila li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê helwestên zelaltir nîşan bidin.”
 

Sernavên din

23/12/2024
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve
09:56 'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
09:55 Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin
14:15 Ji ber ‘Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn’ derheqê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:04 Şîna rojnameger Nazim Daştan bi girseyî hat ziyarkirin
13:54 Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin
13:41 Li Kongoyê keştî noqî avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
11:51 Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
11:32 Helîkoptera ambulans li nexweşxaneyê xist û ket: 4 kes mirin
11:02 Halîde Turkoglû: Roj roja parastina şoreşa jinê ya Rojava ye
10:09 Dewleta tirk û komên paramîlîter gundên Kobanê topbaran kirin
10:06 Yek ji pêşengên şoreşa jinê: Evîn Goyî
09:52 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:51 Banga lêpirsînê: Mirina her rojnamegerekî/ê mirina rastiyê ye
09:24 Ji ber ‘Daştan û Bîlgîn’ derheqê T24 û Seyhan Avşarê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:04 Sermayedaran xweza xwarin û xilas kirin
09:00 ROJEVA 22’YÊ KANÛNA 2024’AN
21/12/2024
16:49 Ji ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:41 Hêrsa li dijî qetilkirina rojnamevanan: Em ê tim heqîqetê ragihînin
16:37 Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî
16:32 Xwestin girtiyên bi nexweşîna Wernîcke Korsakoffê bên berdan
15:52 Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
15:48 Ji bo Îsmaîl Bahçecî û rojnamevanên hatine qetilkirin doza edaletê kirin
15:42 Li sînor qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
14:39 HPG: PDK'ê kemîn danî pêşiya tîmek me
13:17 Li Girtîgeha Panosê îşkence li jinên girtî hat kirin
11:50 Ji bo cenazeyên rojnamevanan serlêdan
10:15 Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e
09:19 Malpera înternetê ya Yenî Yaşamê hat astengkirin
09:15 Navenda Şerê Cîhanê ya 3’emîn: Rojhilata Navîn
09:13 Ji Kongreya DYA'yê amadekariya sepandina mueyîdeyan li ser Tirkiyeyê
09:03 Tirkiyeyê di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kirin
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
20/12/2024
21:49 Ber bi sînorê Kobanê ve veguhastina tanqan
21:25 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:07 IFJ: Bila berpirsên êrişa li dijî rojnamevanan hesab bidin
16:34 Şêx Murşîd El-Xeznewî: Divê Kurd bi yekdeng biçin Şamê
15:37 Doza ji ber protestokirina çekên kîmyewî hatibû vekirin hat taloqkirin
15:13 Israra Nazim a ji bo heqîqetê
15:10 PEN Internationalê bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da
14:44 Polîsan erişî daxuyaniya li Wanê kirin: 10 jê rojnameger herî kêm 39 kes hatin binçavkirin
14:30 Nobeta ser sînor di roja 8’an de ye: Statûya Rojava nas bikin
14:18 Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê: Çapemenî rûmeta me ye
13:53 CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
13:43 DEM Partî: Em qetilkirina rojnamegeran lanet dikin
13:39 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:38 Bakirhan: Li Rojava bi SÎHA’yan hûn nikarin meseleyê çareser bikin
13:06 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin
12:56 Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin
12:41 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Kes nikare pênûsa heqîqetê bêdeng bike
11:56 Li Qamişloyê bang kirin: Dê têkoşîna Nazim û Cîhanê li erdê nemîne
11:45 Parlamenterên Swîsreyî ji bo Rojava bang kirin: Bikevin nava tevgerê
11:39 Êrişên ser Çapemeniya Azad di rojeva Meclisê de ne: Dê heqîqet bêdeng nebe
11:13 ‘Dê nekarin rastiyan bêdeng bikin’
11:08 Meşvanên ‘Çareserî û Azadiyê’ bang li Meclisê kirin: Berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:05 Di kadraja Daştan de her tim têkoşîna gel hebû
10:08 DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
09:59 Cîhan Bîlgîn ‘pêvajoyên dîrokî’ kişand û nivîsand
09:20 AYM'ê biryar da ku mafê darizandina adilane ya Bozan Karayilan hatiye binpêkirin
09:20 Li Botanê piştî 8 salan yekem şanoya Kurdî
09:05 2024: Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de qonaxeke nû dest pê kir
09:03 Îdiaya li midûriyeta polîsan îşkence: Midûr derb kir, amîr tomar kir
09:02 Li Dêrsimê xetereya mayinan
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2024'AN
08:40 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin
19/12/2024
22:09 Piştgiriya ji bo daxwaza 'Bagawazên Aştiyê' didome