Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin

  • rojane
  • 10:30 12 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRSÎN – Endamê OHD’ê parêzer Lokman Şaman bal kişand ser “Mafê hêviyÊ” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê sepanên dermirovî yên li Îmraliyê bi dawî bibin.

Di 18'ê adara 2014'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku cezayê girtîgehê yê giran ê heta hetayê ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bêyî ku mafê berdana bi şert bê dayîn, li dijî xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. 
 
Li gel ku 10 sal derbas bûne jî li gorî biryara DMME'yê Tirkiyeyê ti gaveke qanûnî neavêtiye. Piştî ku biryara "Mafê hêviyê" ya AÎHM'ê nehat bicihanîn, parêzerên Abdullah Ocalan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û ji Tirkiyeyê xwestin ku gavên pêwîst bavêje. Lijneya Wezîran ev rewş xist rojeva xwe û heta 25ê îlona 2025’an dem da Tirkiyeyê û bi bîr xist ku divê sererastkirinên qanûnî bê çêkirin.
 
Yek ji rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Şaxa Mêrsînê Lokman Şaman, têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û "Mafê hêviyê" axivî.
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Parêzer Şaman got ku tecrîda li Îmraliyê bandoreke neyînî li aborî û siyaseta welat dike, divê tecrîd were bidawîkirin û got, “  Vê rewşê bandorek pir xirab li ser civakê kiriye. Bi taybetî bandoreke cidî li girtîgehên tîpa Y û S dike. Civak bi zîhniyeta cudaxwaz hatiye îzolekirin û ev jî bûye sedema zehmetiyên aborî. Em bi zelalî bandorên neyînî yên tecrîda civakî û aborî dibînin. Ji bo vê em difikirin ku divê pêşî tecrîd bê rakirin û piştre jî mafê hêviyê bê nîqaşkirin. Mafê hêviyê rêziknameyek e ku rê dide girtiyê ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn piştî demekê di girtîgehê de maye di bin çavdêriyê de were berdan. Lê li Tirkiyeyê mafê hêviyê tenê bi sînordarkirina hin sûcan tê pêkanîn. Qanûna ku di sala 2004’an de ket meriyetê, destnîşan dike ku girtî bi taybetî kesên ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn heta mirinê di girtîgehê de dimînin. Ev pêkanînek dijmirovahî tê dîtin û DMME vê rewşê wekî 'îşkence û muameleya xerab' bi nav dike.”
 
BANGA JI BO ‘MUXALEFETA BIHÊZ’
 
Şaman balkişand ser nîqaşên der barê mafê hêviyê û diyar kir ku hikûmetê heta niha di vê mijarê de tu gav neavêtiye û wiha got: “Ji bo pêkanîna mafê hêviyê rêzikname hene, lê ev rêzikname ne li gorî hiqûqa navxweyî ye. Li gorî qanûnên navxweyî ti rêzikname nîne û rêziknameya heyî bi tevahî ji mafê hêviyê re girtî ye. AÎHM'ê da xuyakirin, ku ev pêkanîneke ku veguheriye îşkenceyê, rastî muameleya xerab hatiye û ev yek rewşeke nemirovî ye. Dibe ku ev rewş ji bo girtiyên din û Abdullah Ocalan jî derbasdar be. Ya ku divê bê kirin ew e ku ev kiryara dijmirovahî bê guhertin û bi mafên mirovan re li hev bê kirin. Ji bo der barê guhertinên qanûnî yan jî rêziknameyên nû de gavan biavêje, divê muxalefet zexteke cidî li hikûmetê bike. Her wiha ji bo haydarbûna civakê ji vê kiryara nemirovane û lezkirina rêziknameyên ku bêne çêkirin, divê piştgiriyek bihêztir û bi bandortir were dayîn. Hin kes hene ku haya wan ji tecrîda ku bi salan e tê meşandin tune ye. Ji bo aştiya civakî agahdarkirina vê beşê girîng e. Di vî warî de em di wê baweriyê de ne ku divê muxalefeteke xurtir bê kirin.”
 

Sernavên din

16/12/2024
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî
14:54 Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
14:49 Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin
14:42 Bi girseyî çûn taziyeya Denîz Şen
14:34 Li Amedê panela 'Zimanê Kurdî û Makezagona Nû'
14:32 Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin
14:29 Jiyana Werîşe Muradî di xeteriyê de ye
14:23 Di 9’emîn salvegera qedexeyan de banga rûbirûbûnê
14:19 Kesên di qedexeya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin
14:05 Keskîn Bayindir: Divê statûya Rojava bê naskirin
Çîgdem Kiliçgûn Uçar: Çareserî di azadiya Abdullah Ocalan
10:42 Evîn Cuma: Sivîl di hedefê de ne, DAIŞ xwe bihêz dike
09:41 Amedî: Li Rojhilata Navînê aştî bi çareserkirina pirsgirêka kurd pêkan e
09:09 Şahînê bi KHK'ê hat îxrackirin ket ber îcrayê
09:05 Ji siyasetmedaran bang li desthilatê: Ne bi çeteyan, bi kurdan re li rûnê
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2024'AN
13/12/2024
16:11 ‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin