NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên dewleta tirk Çiyayê Xêrê yê li ser sînorê Dihokê bombebaran kir.
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistsanê berdewamin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; balefirên şer ên dewlet tirk Çiyayê Xêrê yê li sînorê gundê Basifra yê ser bi bajarokê Şêxan a parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, balefirên şer vê sibehê saet di 07:00-07:30’an de li herêmê digeriyan û 4 caran çiya bombebaran kirin.
Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.