QERS - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Qersê Hakan Topçû diyar kir ku li navçeyên Qaxizman û Cilawuzê midûrên perwerdehiya neteweyî ji ber gendeliyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin û got ku pirsgirêkeke din a girîng nebûna bêliyaqatê ya ji ber polîtîkayên desthilatê ye.
Ji sala 2002’yan û vir ve ku jı roja desthilata AKP’ê hatiye ser kar, perwerde yek ji qadên herî girîng e ku veguherî. Pergala perwerdehiyê ya ku ji hêla mufredat û qalîteyê ve pir bı pirsgirêk bübû, li gorî hewcedariyên bazarê û "ciwanên" ku ji hêla desthılatö ve dihat xwestin, ji nû ve hat sazkırın. Perwerdeya ku newekheviya derfetan kûr dike, bi taybetî li bajarên Kurdistanê bûye navenda polîtîkayên asîmîlasyonê.
Em der barê pirsgirêkên di qada perwerdehiyê de li bi Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) Hakan Topçû re axivîn.
POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ
Topçû diyar kir ku li seranserê welêt newekheviya derfetan heye û wiha got: “Ev li Qersê zêdetir xuya dike. Di warê mamosteyan de newekheviyeke mezin heye. Li bajarê ku divê 3 hezar û 700 mamoste lê hebin, hezar û 100 mamoste kêm in. Ev valahî bi mamosteyên biheqdest tê dagirtin. Dema ku mamosteyên bi heqdest digirin, ji dêvla yên mezûnên fakulteya perwerdehiyê , fen edebiyatê an jî formasyomê, kesên ji beşên bankevanî an jî sîgortevaniyê mezûn tên girtin. Nêzîkatiya alîgiriya partiya desthilatdar û pêkanînên bê"alîte dibe sedem ku Qers di perwerdehiyê de di rêza herî jêrîn de cih bigire."
Topçû destnîşan kir ku pirsgirêkên perwerdehiyê yên li bajêr tenê bi kêmbûna mamosteyan re sînordar nîne û got ku li hin navçeyan midûrên perwerdeya neteweyî ji ber gendeliyê ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Topçû got: “Qaxizman navçeyeke herî zêde xwendekar û mamosteyên wê hene, lö Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya li vir ji ber gendeliyê hat betalkirin. Li şûna wî nûnerê sendîkayeke nêzî desthılatö hat tayînkirin. Ev rewş mînakeke eşkere ya bêliyaqatiyê ye. Li Cilawuzê Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê ji ber diziyê ji wezîfeyê hat girtin. Ev bûyer di 7 mehên dawî de pêk hatin. Li navçeyên din jî pêkanînên bi vî rengî hene. Ji ber ku Qers herêmeke dezavantajî ye, şaxên navçeyan bi giştî vediguhêzin navendê û bi vî awayî midûriyetên navçeyan vala dimînin."
LI DIBISTANAN ULKU OCAKLARÎ
Topçû bal kişand ku li navçeyan pirsgirêkên çûnûhatinê hene û wiha got: “Mamosteyê ku li navenda Qersê dimîne ji bo ku di saet 08.30'an de tev li dersê bibe divê saet di 06.30'an de derkeve. Ew dikare piştî rêwîtiyek bi qasî sat û nîvekê bigihîje gundê ku lê dixebite. Di van şert û mercan de ne mimkûn e ku meriv perwerdehiyeke baş bide. Mamosteyên ku li gundan dixebitin bi giranî heqê dersa zêde ya ku distînin ji bo lêçûnên rêwîtiyê xerc dikin. Mamosteyê ku tirimbêla wî tune ye, car caran ji bo biçe gund wesayitekê peyda nake û neçar dimîne ku texsiyê bigire. Ev jî dibe sedem ku piraniya mûçeyên xwe ji bo lêçûnên rêwîtiyê xerc bikin. Bêliyaqatî jî pirsgirêkek girîng e. Mamosteyên ji derve tên nikarin li gund hestiyariya aîdiyetê biafirînin. Ev rewş di perwerdehiyê de dibe sedema paşverûtiyê. Pirsgirêkeke din a li herêmê protokolên ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bi komele û weqfan re çêkiriye. Partiyên siyasî nikarin li dibistanan siyasetê bikin, qedexe ye, lê parlamenter û Ulku Ocaklarî van rêbazan binpê dikin. Dema em ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr dipirsin, dibêje bi destûra qeymeqamtiyê dikevin dibistanan."
ÇARESERÎ PERWERDEHIYEKE ZANISTÎ Û DEMOKRATÎK E
Topçû işaret bi çareseriya pirsgirêkan kir û wiha dewam kir: “Ev pirsgirêk bi perwerdeyeke demokratîk, laîk û zanistî dikarin ji holê rabin. Wekî xebatkarên perwerdeyê yên ji çanda Egîtîm Sen’ê tên, em ê her tim bi helwesteke ji bo kolanan bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Em ê li qadan bin û bertekên xwe bi awayekî demokratîk bînin ziman."
MA / Mehmet Guleş