WAN - Nobeta li Miksê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome. Li dijî qeyûm bi dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” meş hat lidarxistin.
Di 29’ê mijdarê de li Şaredariya Miksê ya Wanê qeyûm hate tayînkirin. Nobeta li dijî qeyûm li pêşiya şaredariyê hatiye hatiye destpêkirin di roja 3’yan de domiya. Girseya ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar, hevserokên bajar û navçeyan, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî jî di nav de, bi boneya protestokirina qeyûm bi dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e" meş li dar xist. Meş, ji pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Miksê heta pêşiya şaredariyê domiya û dirûşma “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e" hate berzkirin.
'DÎROKA ME DÎROKA BERXWEDANÊ YE’
Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir piştî meşê axivî û wiha got: “Heke îktîdara AKP’ê bifikire ku dê bi tayînkirina qeyûman, bi girtina hevalên me re me bêzar bike, bila baş li dîroka me binêre. Dîroka me, dîroka berxwedanê ye. Em ê teqez paşvegavê neavêjin. Heta ku em tiştên aydê xwe distînin jî dê gelê me vê qadê neterikîne. Dê berxwedana me bidome.”
'EM Ê ÎRADEYA GEL RADEST NEKIN’
Hevşaredara Miksê Nebahat Benek jî wiha got: “Em ê vê derê vala nehêlin. Em ê îradeya gel radestî kesên hatine tayînkirin nekin. Em ê têbikoşin. Tayînkiriyan heta niha tu xizmet ji vî gelî re nekirin û terkî tenêtiyê kirin. Xelkê Miksê dê xwedî li îradeya xwe derkeve.”
‘DEV JI VÎ MEJIYÎ BERDIN’
Parlamenter Mahmût Dîndar jî ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP-MHP’ê tehemûla destkeftiyên me nekir. Ji ber ku bi sala ye welêt xizan kir. Yek ji van jî Miks e. Hevalên me karên pir baş kiin. Qeyûmê tayînkirin tu xizmet ji vî gelî re nekir. Gelê me, hevalên me hilbijart. Tevî bêhiqûqtiyê jî nekarîn bi ser kevin. Ji ber ku gel dizaniya ew diz in. Ew ê veguherin partiya tabelayê û nekarin bikevin hilbijartinê. Gelê kurd dê bi derewên wan nexape. Tavilê dev ji vî mejiyî berdin.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt jî got ku polîtîkaya tunekirin û tunehesibandinê ya li dijî kurdan didome û wiha pê de çû: “Ma AKP’ê di nava van 22 salan de ji bilî bêkariyê, komkujiyên jinan, talankirina xwezayê û dewlemendkirina alîgirên xwe ji bo vî welatî çi kiriye? Hûn jî rewşa Miksê dibînin rê tune ye, av tune ye, tu tiştek tune ye. Piştre jî dest danin ser îradeya gel. Rêyên vî gelî 6 meh in girtî ne. Gelê me ev zilm dît lewma we qebûl nake. Hûn her carê li bariyerên gel diqelibin. Dev ji van polîtîkayan berdin. Her cara gelê me destê aştiyê dirêj dike hûn gelê kurd tune dihesibînin û zilmê lê dikin. Ev gel dê xwedî li îradeya xwe dekeve. Hûn nikarin bi dosyayên çêker û bi kompasan îradeya gelê me xesp bikin. Van hevalan beriya hilbijartinê dosyayên xwe dan YSK’ê û pirsgirêk tune bûn, ma niha bû pirsgirêk? Hûn qanûnên xwe binpê dikin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Nobet, bi serdana didome.