NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku êrişeke îxtîmalî ya li dijî Iraqê dê bandoreke neyînî li Şengalê bike û wiha got: “DYA û Îsraîl di bin navê ‘ewlehiya Îsraîlê’ de bi hinceta Haşdî Şabî dixwazin girên stratejîk yên weke Çilmêranê bigirin. Komên nêzî Îranê jî heman tiştan digixwazin.”
Di sala 2014'an de DAIŞ'ê bi hevkariya hin hêzên navdewletî êriş birin ser Şengalê. Di encama êrişên DAIŞ'ê de bi hezaran êzidî bi qirkirinê re derbas bûn. Di nav de jin, zarok, ciwan û kal jî hebûn bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gelek jinên êzidî ku ketine destê çeteyên DAIŞ'ê de jî di bazaran de hatin firotin û rastî îşkenceyeke bi hov hatin. Civaka êzidî ku ji aliyê hêzên pêşmergê yê PDK'ê û yê Iraqê ve bê parastin hatin hiştin, weke stargeh berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Bi alîkariya hêzên HPG/YJA Starê û YPG/YPJ'ê civaka êzidî hate parastin û Şengal hate rizgarkirin.
Ev pêvajoya ku weke fermana 74'an hate pênasekirin di dîrokê de ji bo civaka êzidî dibû destpêkeke nû. Piştî rizgarkirina Şengalê êzidî di bin sîwana Asayîşa Êzidxanê de xwe birêxistin kirin, meclis û hêzên xwe yên leşkerî ava kirin. Civaka êzidî ya ku niha bi paradîgmaya netewa demokratîk jiyaneke nû dide avakirin, di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ye. Piştî fermana 74'an hêzên Haşdî Şabî yên Îranê, hêzên Iraqê û peşmêrgeyên PDK'ê hatin bicihkirin. Şengal a ku her carê ji hewayî ve ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bombardıman kirin, ji bejahî jî ve rastî polîtîkayên şerê taybet ê hêzên leşkerî yê dewletan ve tê.
Rojnameger Bêrîtan Zagros, têkildarî polîtîkayên li ser Şengalê tên meşandin, hêzên li Şengalê hatine bicihkirin, vegerên êzidiyan û îxtîmala êrişê Îsraîlê ya li dijî Iraq û Îranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
'ÎRAN DIXWAZE BANDORA XWE ZÊDE BIKE'
Rojnameger Bêrîtan Zagros, diyar kir ku hikûmeta Îranê hewl dide ku bi hêzên xwe yên Haşdî Şabî bandora xwe li Şengalê zede bike û wiha axivî:" Tevî ciwanên Êzidî Şengalê rizgarkirin û Şengal aram bû, hem Iraq hem jî PDK çav berdan Şengalê. Li gel wan hinek komên çekdar yên tê gotin nêzî Îranê yên wekî Haşdî Şabî jî li herêmê bi cîh bûn. Niha hem hinek komên çekdar ên ser bi Qasim û Heyder Şeşoyan ku ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve li ser piyan têne girtin li Şengalê hene, hem artêşa Iraqê û hem jî Haşdî Şabî ku nêzî Îranê ne û di dema êrişên DAIŞ’ê de li Iraqê derketin hene. Lê hêza sereke ya li Şengalê ku kontrola giştî herêmê û bi taybet jî cihên stratejîk yên çiya di destê hêzên Êzidiyan YBŞ û YJŞ’ê de ye. Di ewlekariya navxweyî de jî Asayîşa Êzidxanê heye ku li seranserê Şengalê serwerin. Piştî herêm hate rizgarkirin niha dewleta Tirk bi rêya PDK’ê û komên weke Heyder û Qasim Şeşoyan aramiya Şengalê têk bide, Îran hewl dide bi rêya Heşdî Şebî bandora xwe li herêmê zêde bike û bi taybet jî navenda Şengalê weke bajarekî Şîenişîn bide nîşan."
VEGERA ÊZIDIYAN A ŞENGALÊ
Bêrîtan Zagros, anî ziman ku PDK pêşiyê li vegera êzidiyan a ber bi Şengalê digire û wiha domand: "Yê bû sedema koçberkirina Êzidiyan PDK bû. Niha jî ji bo girtina alîkariyên navnetewî, ji bo di hilbijartinan de bi kar bîne, ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo serjimêriyê astengiyan ji vegerê re çêdike. Prosedûra vegerê bi zanebûn zehmet û zêde burokratîk dikin. Tevî ku bi sedan malbat navê xwe ji bo vegerê nivîsîne jî ev prosedûr bi zanebûn giran rêve dibin û ev jî bêgûman bi lihevkirinin. Lê tevî hemû astengiyên PDK’ê jî îsal yek ji sala herî zêde Êzidî li warê xwe vegeriyaye. Gelek malbat bi derfetên xwe vedigerin, gelek malbat bi rêya hikûmeta Iraqê vedigerin. Hikûmeta Sûdanî biryar dabû hemû koçberên Êzidî di sala 2024’an de vegerîne Şengalê. Lê wisa xuya dike di encama li hevkirina bi dewleta Tirk, PDK’ê re vê soza xwe pêk ne anî û hîn jî kamp bi temamî vala nebûne. Ev hem amadekariya PDK’ê ya ji hilbijartinên parlementoya Iraqê ya tê plankirin 2025’an de were çêkirine re, hem jî ji bo serjimêriyê bû. Ji bo piraniya Êzidiyan li ser Herêma Kurdistanê û bi taybet jî Dihokê bide nîşan. Ji ber nexşeya hilbijartinê û kota jî li gorî nifûsê tê diyarkirin. Di vê serjimêriyê de jî Êzidiyên kampan xwest di berjewendiya xwede bi kar bîne."
GUNDÊN ŞENGALÊ TÊN AVAKIRIN
Bi domdarî Bêrîtan Zagros bi lêv kir ku li tevî astengiyên PDK'ê jî heta niha gelek gundên ku hatine valakirin jî nûve ava dibin û ev tişt got:" Komelgehên li aliyê Şemalê Şengalê hema bêje temam bûne û kêm mal mane ku venegeriyane. Navenda Şengalê piranî tijî bûye, Tilizêr û Sîba Şêx Xidir jî her diçe temam dibe û ava dibe. Girzerik û Koço mane, ew jî amadekariya vegerê heye. Bi taybet li Girzerik gel dest bi vegerê kiriye. Li her devera Şengalê mal lê tên ava kirin û înşaet heye. Niha piraniya Êzidiyan xwe didin pala çiyayan û li wan deran mal ji xwe re çêdikin. Ji ber yên herî zêde di fermanê re derbasbûn herêmên dûrî çiyê bûn. Ji ber vêya hem li ser Serdeştê cihên nû yên jiyanê ava bûye û weke komelgehek ava bûye, hem jî Kersê her diçe mezin dibe. Nifûsa aliyê çiya her diçe zêdetir dibe. Ji ber vê gelek malbatên li aliyê Qibleta Şengalê ku qurbaniyên zêde di fermanê de dan, xwe didin aliyê çiyê û li Şemalê Şengalê bi cîh dibin. Niha wisa bûye ku deşta navbera Xanesor, Kersê û Sinûnê de digihije hev. Ji ber gelek malên nû li vê herêmê de hatine lêkirin ku nêzî çiyê ne. Tevî hemû êriş, şerê taybet û astengiyan jî Êzidî vedigerin ser cih û warê xwe û jiyaneke nû lê ava dikin."
'DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊ DE ÊRIŞ DIKIN'
Di berdewamê de Bêrîtan Zagros got ku PDK di çarçoveya peyana 9'ê Cotmehê de armanc dike ku li ser saziyên Rêveberiya Xweser bigire û wiha berdewam kir: "Trafîkeke zêde ya hevdîtinan di navbera hikûmeta Sûdanî, Tirkiye û PDK’ê de heye. Yek ji rojeva wan jî pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê ye. Peyman jî ji holê rakirina îradeya Êzidiyan, Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê YBŞ-YJŞ hedef dike. Pêkanîna vê peymanê tesfiyekirina Êzidiyan û derî li fermanên nû vekirine. Helbet Amerîka, Ewropa û NY jî li pişt pêkanîna vê peymanê ne. Tevî hemû nerazîbûnên civaka Êzidî jî dixwazin pêk bînin. Gelek caran hewldan, lê hewldanên wan rastî berxwedan û bertekên gel hat. Yanî li dîwar ket û li wan zivirî. Ji ber vê niha PDK timî hikûmeta Sûdanî û hêzên li Iraqê li dijî Rêveberiya Xweser dike û dixwaze bibe ser. Vê bi rêya şerê taybet dike her awayî hewl dide vê peymanê bicîh bîne. Ji ber vê hewl dide ji derfetên konjektûrî sûd werbigire. Encax hîn jî dest ji van planan bernedane, berovajiyê wê dixwazin bi awayeke dijwartir û berfirehtir li ser Şengalê de werin. Heya serkeftina xwe garantî nekin, naxwazin bikevin nava hewldaneke cudatir. Girtina PADÊ jî parçeyeke vê ye. Dibe dema pêş li herêmên ku hêzên federal û komên çekdar yên ser bi PDK’ê hene li ser saziyên Rêveberiya Xweser û meclisên gel de bigire. Heke bigre jî wê rûberûyê bertekên tund ên gel werin. Armanc hemû ew e ku peymanên pêk bînin. Ji ber vê bi êrişên hewayî, bi girtina biryarên trajî-komîk derbarê endamên rêveberiya xweser de û hwd, dixwazin peymana xwe ya qirkirinê li ser Êzidiyan ferz bike."
ÎXTÎMALA ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ'
Bêrîtan Zagros, diyar kir ku îxtîmale heye ku Amerîka û Îsraîl bi metirsiya hêzên Haşdî Şabî cihên stratejik ê Şengalê bigire û got:" Rêveberiya Xweser a Şengalê wê di şereke muxtemel a Îsraîl-Iraqê an jî Îsraîl û komên çekdar yên li Şengalê de nebe aliyekî, bi qasî ji destê wan were şer dûr bigire ji Şengalê. Lê di rewşeke muhtemel de wê bêgûman ji bo parastina gel û axa Şengalê de di çarçoveya parastina rewa de pozîsyonek xwe ya taybet hebe. Bêyî ku bibe alî, dê parastina Şengalê, gel û destkeftiyên Êzidiyan esas bigire. Çi tiştekî ewlekarî û berjewendiya Êzidiyan bixe metirsiyê, dê li dijî raweste û hewl bide, derfetên nû yên têkoşînê ji bo Êzidiyan ava bike.Weke min got, ji ber hem rê hem jî giştî Çiyayê Şengalê di destê YBŞ û YJŞ’ê de ye, Îsraîl, Amerîka, dewleta Tirk, Îran û gelek hêzên navnetewî çav berdane Şengalê. Tirkiye dixwaze dibin navê ‘Rêya Geşepêdanê’ de herêmê dagir bike, Amerîka û Îsraîl dibin navê metirsî li ser ewlekariya Îsraîlê heye û bi hinceta Haşdî Şabî dixwazin girên stratejîk ya weke Çilmêran bigire, komên nêzî Îranê jî dixwazin girên stratejîk bixin destê xwe. Ji ber vê giraniya xwe didin ser rêyên sînor yên navbera Rojava û Şengalê de. Iraq jî ji bo van koman kontrol bike, ev demeke hinek alozî navbera wan de heye. Iraq dixwaze van koman kontrol bike, ji bo i Îsraîlê nexin û ew jî Iraqê hedef negirin. Lê wisa xuyaye wê nekare wan baş kontrol bike. Ji ber vêji ber jeostratejîk bûna Şengalê hem hêzên herêmî hem jî yên navnetewî dixwazin mûdexele bikin. ji ber vê Amerîka piştgirî dide peymana 9’ê Cotmehê. "
'ÎSRAÎL ÊRIŞÎ IRAQÊ BIKE DÊ BANDORÊ SER ŞENGALÊ BIKE'
Bêrîtan Zagros, da zanîn ku PDK û Tirkiye dixwazin ku Şengalê bikin hedefên êrişan û wiha got:" Lê ji derveyî YBŞ û YJŞ’ê ti hêzeke din a berjewendiyên Êzidiyan diparêze li herêmê nîne. Yên hene yan ji bo berjewendiyên xwe ne, an jî ji bo têkbirina aramiya Şengalê, têkbirina destkeftiyên Êzidiyan û Rêveberiya Xweser a Şengalê ye. Di van demên dawiyê de PDK hinek kesan dide axaftin û dixwaze Şengalê bike, hedefa êrişên Îsraîlê. Lê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî û hêzên wê yên parastinê jî ti carî nebûne aliyê ti hêzeke desthilatdar û ji vir û şûn ve jî bawer nakim tawîz ji vê helwesta xwe berde. PDK dixwaze bi rêya kirêgirtiyên xwe û medyaya xwe ya şerê taybet Şengalê bike hedefa êrişên Îsraîlê û ji bo pêkanîna peymana dagirkirina Şengalê ya Hewlêr û Bexdayê hincetan çêbike, Iraqê li dijî hêzên parastina Êzidiyan bixe tevgerê. Yanî PDK û dewleta Tirk dixwazin ji vê ava şêlû bûye masiyan bigirin. Rewşa Şengalê weke tê îdiakirin ji derveyî êrişên dewleta Tirk yên bi rêya îstîxbarata PDK’ê dide wan aram e. Lê ji ber herêmeke stratejîk e û hem sînore bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re di şerê herêmî de girîngiyeke xwe ya jeostratejîk û jeopolîtîk heye. Helbet heke Îsraîl êrişê Iraqê bike, wê bandorê li Şengalê bike, hebûna gelek komên cuda li Şengalê yên ne Êzidî û ser bi PDK’ê metirsiyê ji bo civaka Êzidî çêdike. Lê YBŞ û YJŞ di wê hêzê de ne ku Şengalê biparêzin û destê wan têra xwe xurt e."
'HÊZA PARASTINÊ RÊVEBERIYA XWESER E'
Bêrîtan Zagros bi lêv kir ku hêzeke ku Şengalê biparêze Rêveberiya Xweser e û axaftina xwe wiha qedand: "Tevî van planan jî, derfetên nû jî li pêşiya Êzidiyan û bi taybet jî rêveberiya Şengalê hene. Ji ber hêza herî xurt li Şengalê Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê ne. Bi siyaseteke rast û aqilane dikare di rewşên aloz û kaotik de derfetên nû yên azadî û têkoşînê ava bike. Yanî wê nebe aliye tu dewlet an jî hêzekî, dê li dijî her cure çanda şer, qirkirina gelan, derxistina şerê olî, mezhebî û netewî, gelan biparêze, fikrê netewa demokratîk li Iraqê û bi taybet jî li Mûsilê belav bike. Aliyê wê xeta sêyemîn û berjewendiyên Êzidiyan û hemû gelên herêmê ye."
MA / Zeynep Durgut