WAN - Li Wanê ji ber barîna berfa zêde rêyên 158 gundan hatin girtin.
Li Wanê ji şevê din ve berf dibare û ji ber berfê heta niha rêyên 158 gundan hatine girtin. Li gorî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê rêya 19 gundan, li Westanê rêya 13 gundan, li Payîzavayê rêya 17 gundan, li Rêya Armûşê rêya 12 gundan û li Qelqeliyê jî rêya gundekî hate girtin. Xebatên ji bo vekirina rêyan didomin.