* Sekretera Giştî ya BastA'yê Franzîska Stîerê diyar kir ku tayînkirina qeyûman parçeyek ji zilma li ser gelê kurd e û wê li Wanê têkoşîna li dijî vê bi çavên xwe dîtiye.
* Li herêma Çiyayê Gabarê dîmenên nû yên birîna daran derketin holê.
* Jinên girtî bal kişandin ser tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî wê û destnîşan kirin ku têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e.
* Li pazara taxê ya li Rêya Armûşê hatiye avakirin, esnaf êdî ji neçarî bi deyn didin. Esnafên bazarê bertek nîşanî pêkanînên li ser sînor û welatiyan jî bertek nîşanî polîtîkayên şer dan.
* Şaredariya Sûrê ya Amedê dê li Taxa Dabanoglûyê Navenda Piştevaniyê ya Xwebûna Jinê ava bike. (12.00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de biaxive. (12.45) ZINDÎ
* Di çarçoveya şandina pereyan a ji girtiyan re de li Wanê dê bi pêşengtiya TUHAY-DER'ê daxuyanî were dayin û piştre dê ji girtiyan re pere bên şandin. (13.00)