MÊRDÎN - Liv û tevgera leşkerî ya li çolterê Çiyayê Bagokê didome. Ji koçerên li çolterê Midyadê hat xwestin ku herêmê biterikînin.
Operasyona leşkerî ya li çolterê Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatiye destpêkirin bi hefta ye didome. Li gel ku tu biryarên walîtiyê nînin jî li herêmê qedexeyeke fiîlî di meriyetê de ye. Nahêlin şivan biçin herêmê. Hat zanîn ku şivaneke din jî bi îdiaya “ketiye herêma leşkerî” hatiye derbkirin.
Hat zanîn ku liv û tevgera leşkerî bi taybet jî li herêmên Dikmin, Çalê û Kevira Mahloyê zêde bûye. Çavkaniyan diyar kirin ku li qada goristana PKK’iyan lê jî leşker hatine bicihkirin. Li cihên liv û tevgera leşkerî lê heye fotokapan hatine bicihkirin û li hinek şikeftan lêgerîn tê kirin.
TIŞTÊN KOÇERAN HATIN KOMKIRIN
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmên di navbera Midyad û Hezex a Şirnexê de jî didome. Leşkeran ji koçeran xwestin ku herêmê biterikînin. Dîmenên kêliya ku leşkeran tiştên koçeran kom dikirin bi telefonan hatin kişandin. Hat zanîn ku leşkeran tiştên kom kirin birine Şaredariya Midyadê û ji koçberan xwestine ku tiştên xwe ji wir bigirin.